المجلس الوطني الكوردي في سوريا

COTKARÊN KURDISTANA SÛRIYE GAZINAN DIKIN JI BO NEXWEŞIYÊN KU ZEVIYÊN KETINE ..

0 65

Li gorî zaniyariyan, ji destpêka werzê zivistana îsal,ji ber rêjeya mezin ya Baranê ,  cotkarên belengaz tevde wek nexweşiyê lê ketiye hemû zerbûye.

Û pêwistiya zeviyên cotkarên belengaz bi peynê ango semadê heye,û nirxê wê jî pir buhaye.

Di derbarê vê yekê de,nûçegehanê me ji nêzîk ve,zeviyên hin cotkarên gundewarê Dirbêsiyê şopandin û axaftin bi hin cotkaran re kir.

Cotkarekî bi navê Eşref Necîm,ji gundewarê Dirbêsiyê,ji malpera me ya ENKSê re axivî û anî ziman:

“Bi rastî gelê Sûriye bi giştî perîşan bûye , Lê em wek cotkaran piştî kirîza Sûriye sal bi sal em xwezka xwe bi par tînin.Ji ber ku rewşa çandiniyê li herêmên me pir xerabûye.Ji ber ku pêwîstiya çandiniyê bi alîkariyan û pişgirtiyê heye.Lê mixabin ev tişt tuneye”.

Her wiha Eşref axaftina xwe berdewam kir û got:

“Va hûn bi çavên xwe zeviyên me dibînin tevde wek nexweşiyê lêxistiye.pêwîstiya wî bi peynê an semadê heye.Lê nirxê semadê pir buhaye cotkarên wek min yên belengaz nikarin kîlok semad bikirin.Lê hêviya me pir bi XWEDÊ heye çawa ew berfa barand û qira jî bi ser de hat,gelekî derman bû ji bo zeviyên me hemiya”.

Her wiha cotkar di dawiya axaftina xwe de,bangewezî kir em bi hêvî ne ku rêxistinên xêrxwaziyê bi lez berên xwe bidin herêmên Kurdistana Sûriye yên xelkên wê piraniya wan debara jiyana xwe li ser çandiniyê debardikin,ta hin ji Pirsgirêkên wan çareserbikin”.

Cotkarekî din bi navê, Ebdurehîm Ibrahîm.Ji malpera me ya ENKSê re,axivî û anî ziman:”Di destpêkê de,em spasiya we dikin ji ber ku hûn êş û derdên me dişopînin.Bi rastî rewşa me cotkaran sal bi sal paşte vedigere,ji ber ku pêwîstiya me bi piştgirtiya çandiniyê heye û ew piştgirtî jî peydanabe.Zeviyên me tevde zer bûne hege wisa bimîne yê berhemên wî pir lawaz be û belkî pûç jî bimîne.Ji ber ku nirxên semadê jî pir buha bûye zêdeyî 400 hezarê Sûriye ye,yê ne maldar be nikare bikire”.

Di dawiya axaftina xwe de,Ibrahîm anî ziman û got:”Hêviya me ji aliyên berpirsiyar heye ku bi alîkariya cotkaran re rabin.ta cotkar li zeviyên xwe miqatebin”.

Hêjaye gotinê, ku bihabûna nirxê pêdewîstiyan û Kareset û alavan li Kurdistana Sûriye, bi giştî ji aliyê firotin û kirînê heye , Lê mixabin berhemên zeviyê cotkaran tenê pir bi e

Erzanî tên firotin.

Ragihandina:ENKS
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.