المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Korona û bandora wê li ser jiyan û debara xelkê

0 80

Wek tê zanîn ku Nexweşiya koronayê bandoreke neyînî li ser rewş û jiyana welatiyan li tevahiya cîhanê kiriye ku li bajarê Wûhan yê Cînê di sala 2019 an de derket û metirsiyeke pir mezin bi xwe re belavkir ku ji kesekî bo kesekî din dihat veguhastin û di vê derbarê de gelek kes ji sedema vê nexweşiya dijwar canê xwe ji dest dan.

Û herwiha ev veyrûs bandora wê di hemû waran de hebû û nexasim di warê tendrustî û aborî de û ev yek bê guman bibû cihê nerehatiya xelkê….

Ku heta niha di demên dirêj de qedexeya hatûcûnê li piraniya welatan tê ragihandin û kar jî tê rawestandin, lê mixabin heta niha ev nexweşî nehatiye bidawî kirin û hin Vaccine li hin welatan nihatiye peydakirin…

Û herwiha di derbarî vê mijarê û di çarçoveya belavbûna nexweşiya koronayê û bandora wê li ser rewşa aborî, û her li ser vê mijarê malpera ENKS ê nerînên welatiyan şopand …
welatiyek bi navê ” Hesen Emîn” ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman: ku roj bi roj rêjeya pêketiyan zêde dibe li deverên me , ji ber ev veyrûs gihiştiya astek metirsîdar û pêwîs e her kesek tedbîrên xweparastinê bi cih bînin û li jiyana xwe û ya derdora xwe miqatebin û dûrî kombûnan bibin li cihên giştî û maskan bi kar bînin..

Û herwiha di rojên cejnê de rêkarên taybet ji bo vê nexweşiyê û hem ji bo kiryarên Xirab ji aliyê teroran ve neyên encam dan hatine standin û ev yek dibe cihê aramiyê li cem hemwelatiyan…

Û ji rexekî dî ve di çarçoveya rûbirûbûna veyrûsa koronayê ji aliyê rewşa aborî de û bi taybetî bi hatine cejna Remezanê Welatiyek bi navê ” Ehmed Ferhan” ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman: ku nexweşiya koronayê bandorek neyînî li ser jiyana xelkê kiriye ku welatî rastî gelek zehmetgêşiyan de derbas dibin di derbarî debara peydakirina xwestekên jiyana xwe ya rojana û nexasim gelek welatî hejarin û bê mûçe ne û karê xwe yên rojane dikin û pêwîstiya wan bi alîkariyan heye….

Û herwiha hêjaya were gotin û li gorî hatî ragihand hejmara pêketiyên nû bi koronayê îro roja çarşemê “12”ê Gulanê , gihiştiya (83) kesî, ji wan (12) başbûna û herwiha (5) Jiyana xwe ji dest dane…

Û bi vî awayî hejmara amarên dawî yên tûşîbûyan li navçeyên herêmên kurdî ta niha gihiştiya (16774) ,ji wan (1730) başbûn e, û ( 682) bi sedema vê nexweşiyê canê xwe ji dest dana..

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.