المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BI HATINA CEJNA REMEZANÊ , XELKÊN KURDISTANA SÛRIYA GILÎ Û GAZINAN DIKIN ..

0 70

wek tê zanîn rewşa xelkên Sûrî ji destpêka kirîza Sûrî ji hemû aliyan ve, xerab e.

Û bi taybet, li herêmên Kurdistana Sûrî rewş pir xerab e,ji bilî rewşa Ewlekariyê ya metirsîdar , û îsal saleke hişk bi ser xelkê de hatiye û bêtir debara jiyana welatiyên herêmê li ser çandiniyê ye û hemû çandiniyên li ser baranê çênebûne.

Û ji aliyekî dî jî daketina nirxê lêreya Sûrî li hember nirxê dolarê Emrîkî ,

Ev tişt dihêle xelkên herêmê pêşwazîkirina hemû boneyan bikin bi lawazî û xemgînî.

Di derbarê vê yekê de,M.Fesla Yûsif, endama destaya serokatiya ENKSê ji malpera me ya ENKSê re, ragihand û anî ziman:

“Bi helkefta cejna Remezanê,ez cejna miletê me yê kurd pîroz dikim li seranserî Cîhanê û her çar perçên Kurdistanê.

Em dizanin ev cejn bi ser miletê me de hatiye,û miletê me di qonaxeke pir zahmet û dijwar de derbas dibe,ji hemû aliyan ve.
çi di warê siyasî de be û çi di warê aborî de be.

Em dizanin miletê me bi hezaran penaber bûne ji dervî welat û herêmên me yê kurdî (Efrînê,Serê Kaniyê û Girê Spî) hatine dagîrkerin ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve,û miletê me dûrî cih û bajar û warên xwe bûne”.

 

Herwiha Yûsif got jî:

“Hêviya me,ew ku Cejnên bê bi ser miletê me bi saya XWEDÊ Cejnên xêr û xweşî bin Cejnên Aştî û aramiyê bin û Sûrî çareseriyek siyasî jê re bê dîtin di rojên bê de û di nav de,gelê me yê kurd bighê mafê xwe û serfiraz azad bibe.

Û rojên bê rojên yekbûna tevgera kurdî ya siyasî be û em dikaribin ew yekrêzbûna me lihevkirinek Kurdî – Kurdî çê bibe û bibe pirek em dikaribin pê mafên xwe yê gelê Kurd yên rewa di Sûriyeke dîmiqrat û azad de,bi destxînin û hemû gelê me yê resen vegerin cih û warên xwe li ser mal û milkên xwe “.

 

Herwiha welatiyekî, kurd ji gundewarên bajarê Dirbêsiyê bi navê bavê Mahmûd ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Di destpêkê de,em cejna gelê xwe pîroz dikin , Lê bi rastî rewşa xelkê ya aborî pir zahmet bûye û xelk nikarin hemû pêdiviyên pêwîst yên ji bo cejnê bikirin li gorî daxwazên xwe”.

Herwiha bavê Mahmûd got jî:

“Tiştê herî balkêş û ne baş ,dema nirxê dolar radibe û dadikeve, firoşkar tim tiştên xwe bi nirxên biha difroşin û nirx cûda ye li her derî û cem her firoşkarekî ,û ev tişt ji ber ku ti çavdêrî tineye , Û em hêvîdarin ku ev cejn bi xêr û xweşî ser miletê me bê”.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.