المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Koma Orkêş Li Qamişlo amadekariyên xwe ji bo helkeftan dike…

0 74

Koma Orkêş ya huner û filklora kurdî roja înê” 5″ê sibata “2021”, li ofîsa Yekîtiya Xwendevanan birovatên xwe li darxistin ,  û ev bi amadebûna endama ofîsa Sikirtariya M,”Şêrîn Ebdo ” û M,”Şikrî Ebd-elrehman ” berpirsê şaxê Qamişlo û herwiha berpirsên ofîên şaxî .

Û herwiha di derbarî vê birovatan M,”Şêrîn Ebdo”, daxuyakirin û got ji me re:

“Di destpêkê de cihê kêfxweşiyê ye ku koma Orkêş bi awayekî serkeftî di berdewamiya kar û beşdarbûna di hemû çelakî û ahingan de”  .

Û herwiha M,”Şêrîn”, ji beşdar û Endaman re anî ziman li ser çawaniya pêşketina ofîsa çalakiyan û derfet da hemû endaman ku nerîn û pêşinyarên xwe bidin xuyakirin.

Û di dawiyê de M,”Ebdo“kêfxweşiya xwe diyarkir û Spasiya hemû endamên komê Orkêş kir li ser kar û xebata wan ya serkeftî.

hêjaye were gotin ku koma Orkêş ya huner û filklora kurdî bi sê beşên xwe yên sereke pêk tê ew jî :

( Stran, Şano,Dîlan),û herwiha koma Orkêş di bistaneke hunerî û kurdayetiya li ser rêbaza Barzanî kar û xebata xwe ya hunerî li ser şanoyê dike bi gotina stranên neteweyî û herwiha dîlanên filklorî.

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.