المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Kirîza Nan li Kurdistana Sûriyê berdewam e…..

0 68

Daketin û bilindbûna Dolar li hember Lêreya Sûrî bazar tevlîhev kiriye û bandoreke neyînî ser debarkirina jiyana mirov ya rojane dike…

Ku tê zanîn ev çend rojên li bajarê Qamişlo ya kurdistana Sûriyê kirîza Nan derketiye holê û di derbarê vê yekê de piraniya nanxaneyên taybet ên nanê Siyahî li Qamişlo hatibûn girtin û bo cihê nerazîbûna hemwelatiyên bajêr…

Û her li ser vê mijara derketina kirîza nan malpera ENKSê nerînên xelkê şopand…

Û di vê derbarê de welatiyek axifî û anî ziman: Ku heyama çend rojan nanxaneyên taybet bi çêkirina nanê Siyahî li Qamişlo hatine girtin ji sedema daxwaza xwediyên firinxaneyan ji bo bûhabûna nan , ku berî niha bi 800 lêreyên Sûrî di hat firotin, lê niha dixwazin her rebteyek Yan tûrikek nan bi 1200 lêreyên Sûrî bifroşin , û bêguman hemwelatiyên deverê derbarê vê bûhabûnê nerazîbûna xwe diyar kirin û hêvî û daxwaza ji temwînê kirin ku komîteya çavdêriyê li ser mijara bilindkirina nirxê nan rawestin û çareserîkî ji kirîza nan re bibînin…

Û ji rexekî dî ve ne tenê kirîza nan derketiya holê lê belê ji sedema bilindbûna nirxê dolar li hemberî lêreya Sûrî tevlîheviyek li nava bazarê de hatiye kirin û hemû alav û xwestek û kerestên xwarinê bi buhayekî bilind êdî tên firotin û nexasim bi nêzîk bûna vekirina dibistanan û hemû pêwîstî û pêdeviyên gerek ji xwendekaran re bûha bûne û malbatên wan gazinan ji vê yekê dikin taybet di vê rewşa awarte de ku milet têde derbas dibe li kurdistana Sûriyê ji aliyê rewşa aborî ve…..

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.