المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA XWECIHÎ YA DÊRIKÊ YA BI SER ENKSÊ VE CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XIST…

0 69

Di roja çarşemê 1.9.2021ê de, encûmena xwecihî ya bajarê Dêrikê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe li bajarê Dêrikê civîna xwe ya asayî li dar xist.

 

Di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan .Û piştre mijarnî rêxistinî û siyasî yên giring hatin gengeşe kirin.

 

 

Civat bi awayekî berfire li ser rewşa rêxistinî rawestiya, di derbarê pêşketina xwecihiyê de û bi pêkanîna wê di nava cemawer de, û tekez kir li ser Pabendîbûn û beşdarbûna civatan, bi taybet beşdarbûna bûyeran.

Herwiha xwecihî rawestiya li ser hemû bûyerên herî dawîn yên siyasî û bi taybet li ser rewşa kurdî -kurdî di derbarê têgihiştinên herî dawî ji danûstendinên Kurdî di navbera ENKSê û PYNKê de.Di derbarê wê de, xwecihiyê tekez kir li ser giringiya van danûsitendinan ku ev diyalok ji ENKSê re armancek stratîjîk e.

 

Herwiha civînê bang li şêniyên herêma Dêrikê kir ku ji bo pêşîgirtina li belavbûna veyrosa korona li herêmê, helkeftên kolektîf ên wekî dawet, konên şînê û kombûnên din ên mezin betal bikin.

Herwiha hemû mijarên hatin şirovekirin, ji aliyê beşdarbûyan ve, hatin gengeşekirin bi awayekî zelalmendî.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.