المجلس الوطني الكوردي في سوريا

JI DESTPÊKA WERZÊ ÇINÎNÊ , ROJEK NEMA YE Û LI KURDISTANA SÛRIYE AGIR RÛ NEDA YE ..

0 52

Di her demê de ,cotkarên Kurdistana Sûriye di hawarçûnê de ne , Ji ber Bûyerên  agir ,û kesên xerab ta niha bi serbestî karên xwe yî xerab di derheqên herêma Kurdistana Sûriye dikin û Zeviyan dişewitînin .

LI gorî şopandina nûçegehanê me ji rû dana agir û li gorî agahiyan,
Îro piştî danê nîvro di roja pêncşemê 13.6.2019an de,li gundewarê Bajarokê Tel Temir li gundê Kevira agirekî dijwar rû da , Û zeviyên cotkarên belengaz hemî bûn reş ji Şewatê .

Di der barê vê yekê jî ji cotkarên ên ku zadên wan agir pêketibû bi navê Hecî Ebdela, ji peyamnêrê me re axivî û anî ziman:”Agir ji sînorê gundê Rugiba yê bi ser gundê me ve rû daye , navê gunde me Kevra ye , ku berî demekê me derdora Terensê xwe yî ilkitrîkê yê gund paqij kirbû ji bo ku ti mehan e di destên dijwaran de nemîn e, ku ew dikirin behaneya Şewatê  ” .

Herwiha Hecî berdewam kir di axaftina xwe de û got :”Ev karê ku bû ye destên xerab têde hene .

hêja ye were gotinê ku Cotkar  matmayî mane û dipirsin ku di parastina zeviyên wan  kî berpirsiyar e?

.Û çima her sal ev agirê dijwar ji terensê Ilkitrîkê rû nedidan?…

Lê pirsên wan bê bersivin ta niha ..

M.ELÎ Fetah

Ragihandina ENKSê

Leave A Reply

Your email address will not be published.