المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Hunermend Se’îd Gabarî Koça dawî kir ..

0 98

Îro roja duşemê” 4″, Gulana” 2020 ” an ,hunermendê kurd ê Navdar

“Seîd Gebarî “, li nexweşxanya Serdem li bajarê Hewlêrê çû ber dilovaniya xwedê, ku ev demeke rastî nexewşiya penceşêra Pişikê  hatibû kirin û rewşa wî ya tendrustî nexweş bûbû.

ji vê yekê li nexweşxaneyê de dima ji bo çareseriyeke bizîşkî wergirê, û Hikûmeta Herêma Kurdistanê Firokeke Taybet amade kiribû ji bo wî veguhêze ji bo Elmanya ji bo çareseriyekê werbigre  , lê her rewşa wî ya tendrustî nexweştir dibû, û bo sedema ku jiyana xwe ji dest da..

Û herwiha derbarî dîrok û jiyana Hunermendê kurd yê bi nav û deng Seîd Gebarî :

Ku ji dayîkbûna sala “1956 ” li gundê “Xirab Kejê ” yê bi ser bajarê Amûdê yê kurdistana Sûriyê , û li Gundê Girzîn dest bi karê Hunerî kir ,  û herwiha Seîd Gebarî yek ji hunermendê naskirî bû di nav kurdan de û bi nivîsandina û gotina stranan bi deng û awazên xwe gelek stranên wî navdar bûn û hunermend Gebarî bû xwedan dîrokeke dewlemend di dibistana hunera kurdî de.

Û herwiha hunermendê navdar “Seîd Gebarî”, di zaroktiya xwe de bi temenê ” Heşt” salî bi dayîka xwe re bi dest Karê stran û hunera filklorî kir.

Û herwiha bi temenê “Deh” salî de, di sala” 1969″ li Qamişlo yekem Strana xwe tomar kir.
hunermend” Gebarî ” bi gotina stranên şoreşgerî û netewî ,û bi stranên evînî û gelêrî jî navê wî li deverê û li cîhanê hatiya tomar kirin.
Û herwiha hunermend “Seîd Gabarî”, hunermendekî nêzîkî gelek helbestvan û stranbêjan bû weku Seydayê Tîrêj, Cegerxwîn, gelek helbestên wan kirina stran yek ji wan strana gelekî naskirî bi dengê xwe yên zelal strand “Bilbilê Dilşad ” ku Seydayê Tîrêj nivîsand bû.

Û herwiha ji rexekî dî ve hunermend “Gabarî”, bi niştîmanperwerî û stranên xwe yên neteweyî gelek caran ji aliyê rêjîma Sûriyê ve di hat bin çavkirin, ji ber vê yekê wî berê xwe de Başûrê Kurdistanê,

lê ev yek nabû kelem li pêşiya Hunermend” Seîd Gabarî “, ku di peyv û stranên xwe de derd û êş û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi hunermendiyeke bilind bîne ziman,û tevî ku nabîne jî wî xwest xebata xwe ye kurdayetî di nava refên pêşmergeyan de cihê xwe bigir e.

Û herwiha Hunermendê navdar “Seîd Gabarî ” jiyana xwe di hunerê û xizmeteke mezin a muzîk û stranên kurdî de kir, lê mixabin Îro ev hunermend li pey xwe samanek mezin û dewlemend a hunerî hişt, û ew dê her Tim bi deng û awaz bi hunera xwe ya bilind di bîra me de zindî bimîne.

Hêja ye gotinê ku Îro 4ê Gulana 2020an li Nexweşiya Serdem li bajarê Hewlêrê çû Ser Dilovaniya xwedê, û li Goristana Mela Omer li Hewlêrê hat bi xakspartin..

Ragihandin ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.