المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Nerîna welatiyên Qamişlo derbarê vekirina Bazarê ..

0 73

Li seranserî kurdistana Sûriyê ji “23” Avdara 2020″,an, Qedexeya hatûçûnê hatibû ragihandin û tedbîrên tendrustî û xweparastinê ji bo rêgirtinê ji belavbûna veyrûsa Koronayê hatibûn kirin weku pêngaveke pêwîst Li hember metirsiya nexewşiya Koronayê.

Û herwiha Li gorî biryara hatî dest nîşankirin ku bazar were vekirin ji demjimêr “6” ê, sibehê te “3” ê, piştî nîvro, ji ber vê yekê Îro Li bazara Qamişlo piraniya dukanan hatibûn vekirin û karker Li ser karên xwe bûn û herwiha qerebalixeke herî zêde ji xelkê di nava bazarê de hebû gorî nûçegihanê me da xuyakirin .

Û herwiha di vê derbarê de malpera ENKS ê nerînên xelkê şhopand, welatiyek ku di nava bazarê de Kar dike ji me re wiha anî ziman û got ;

” Karê min yê rojana bû û herwiha mûçeyên xwe yê rojana jî werdigirt lê ji dema Qedexeyê Kar hat rawestandin, û rewş zehmet bû, “.

û herwiha berdewam kir :” ku bi vê biryarê êdî em dikarin bi normalî hatûçûnê bikin û xelk pêdevî û xwestekên xwe yên remezanê bi destbixin” .

Û herwiha ji rexekî dî ve bazirganiyek di nava bazarê de ji malpera ENKS ê re anî ziman :

” Îro roja yekem e ji rakirina Qedexeyê û vekirina bazarê ji vê yekê tevgera xelkê pir çalak e  ji bo kirîna kelûpelan û pêdewistiyên jiyana xwe yên rojan e,

û heger Kar wisa berdewam bê, dibe ku nirxê alavan û kerestên xwarinê arzan bibe, “.

û herwiha berdewam kir:”

hêviya me ji welatiyan ku tedbîrên û rênimayên xweparastinê bikin di nava bazarê de”.

Û her Li ser vê mijarê welatiyek ji malpera ENKS ê re ragihand û wiha anî ziman :

“Di vê xelk li xwe miqate bin û tedbîrên pêwîst li xwe bigirin da ku jiyana xwe û derdora xwe biparêza” ..

Ragihandin ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.