المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEVRÊZIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ – SÛRIYA CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN .

0 76

Di roja îniyê 25.6.2021ê de, hevrêziya herêma Kurdistanê ya Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûrî civîna xwe ya asayî bi beşdarbûna hevrêzê giştî yê TÇKSê mamoste Fêsel Yûsif li dar xistin.

 

Herwiha pîştî rawestandina kêlîkek bê deng li ser giyanên pakrewanên şoreşa rûmet û azadiyê û bi taybet li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê , li ser lîsta kar rawestiyan û mijarên siyasî û rêxistinî gengeşekirin..

 

Di derbarê naveroka civatê de, endamê hevrêziya giştî û nûnerê Tevgerê di nûnertiya ENKSê ya herêma Kurdistanê de,M.Wa’il Umer, ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

Civat li ser van xalên giring rawestiya.

 

– Civat li ser rewşa siyasî rawestiya, di derbarê wê de, hemû bûyerên herî dawî yên siyasî li ser qada Sûrî û herêmê gengeşekirin, û bi awayekî berfire li ser danûsitendinên Kurdî yên di navbera ENKSê û PYNKê gengeşe û şirovekirin.

 

– Civat rawestiya li ser berdewamiya binpêkirinên di derheqê gelê kurd li herêmên Kurdî (Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Sipî ) ji aliyê komên Çekdar yên Sûrî yên bi ser Turkiya ve.

 

– Civat rawestiya li ser hevdîtinên serokê Emrîkî Co Baydên bi serokê Rûsî Filadîmêr Bûtên û serokê Tirkî Receb Teyib Erdogan re, û civatê bilintirîn yên navdewletî û herêmê yên ku di dawiya vê mehê de bên lidarxistin.

 

– Civat rawestiya li ser rola ENKSê û giringiya xurtkirina helwesta wê û piştgirtiya wê di vê qonaxê de, li ser asta siyasî û rêxistinî”.

 

 

Herwiha M.Wa’il Umer got jî:

 

“Hemû mijarên hatin şirovekirin ji aliyê hevrêzê giştî, hemû beşdarbûna nerînên xwe bi awayekî berpirsiyarî li gorî nerîn û helwesta tevgerê û ENKSê li ser wan mijaran dan xuyakirin”.

 

Herwiha Umer, anî ziman û got:

 

“Civatê bi awayekî berfire li ser rewşa rêxistinî gengeşe kirin, di derbarê wê de, civatê hin birayan û pêşînyar jî sitandin, di derbarê rewşa rêxistinî de,ji bo pêşketina kar li gorî helwest û cihê tevgera me li ser qada siyasî ya niştîmanî û kurdî ”.

Ragihandina ENKSê

Raport:

Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.