المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMÛDÊ: PARTIYA YEKÎTÎ KURDISTANÎ-SÛRIYA OFÎSA XWE LI BAJARÊ AMÛDÊ VEKIR.

0 70

Di roja Îniyê 25ê Pûşbera 2021an de, Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya ofîsa xwe li bajarê Amûdê vekir bi aheng û coşeke mezin û bi beşdarbûna hejmarek mezin ji partiyan û kesayetên niştimanperwer û nûnerên rêxistinên civaka sivîl.

Piştî bi xêr hatina mêvanan û rawestandina xulek bêdeng li ser giyanê pakrewanan.

Sekreterê Yekîtî M. Silêman Oso gotinek pêşkêş kir û tê de spasî û bixêr hatina hemû mêvanên beşdar kir, û nîşan da girîngiya vekirina ofîsê ji bo partiyê û Encûmenê, û li ser rewşa siyasî ya anha û danûstandinên kurdî /kurdî û rola ENKSê di oposîzyonê de da xuyakirin.

Herwiha Birêz Mihemed Şêxmûs,serokê xwecihiya Amûdê ya bi ser ENKSê ve gotinek pêşkêş kir û kêfxweşîya xwe anî ziman derbarê vekirina ofîsê û tekezî kir ku pêwîst û girîng e ku ofîs bibe ya hemûyan.

Herwiha birêz Ne’man Kirneş, helbestek bi navê saziya Berzanî pêşkêş kir.
û herwiha girûpek ji zarokên saziya Berzanî sitran ji helbestên Melayê Cizîrî pêşkêş kirin..

Û ji alîyekî din ve xanim Mala helbestek bi zimanê Kurdî pêşkêş kir û tevlî birêz Ehmed Sînan sitraneke folklorî diyarî hemûyan kir, bi hêviya ku ofîs bibe navenda belavkirina çanda kurdî û wargeha çalakiyan.


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.