المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEVRÊZIYA GIŞTÎ YA TEVGERA ÇAKSAZÎ CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LI DARXIST..

0 94

Di roja înê 6.3.2020an de,hevrêziya giştî ya Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriye civîna xwe ya yasayî li bajarê Qamişlo li darxist.
Di derbarê naveroka civatê de, endamê ofîsa cîbicîkar yê Tevgerê ,D.Yeşar Elî

ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman :

“Hevrêziya giştî ya Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriye civîna xwe ya yasayî li darxist û li ser lîsta kar rawestiyan birêkûpêk, di destpêkê de, xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên şoreşa rûmet û azadiyê û bi taybet li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan rawestiyan”.

D.YEŞAR Elî , Axiftina xwe berdewam kir û got:

“civîn li ser rewşa rêxistinî rawestiya hin biryayar û pêşînyar jî hatin sitendin, di derbarê amûr û pêdekariya rêxistinî û giringiya rola ragihandinê di doza gelê kurd de jî hat gotûbêjkirin”.

Her wiha Elî anî ziman û got jî :

“civîn li ser hemû bûyerên herî dawî yên siyasî rawestiya.
Herwiha civat baş rawestiya li ser hevdîtinên desteya serokatiya ENKSê û komîta wê yî têkiliyên jiderve bi welatên xwedî bandor û hêz di derbarê kirîza Sûriye de ,

Herwiha civat bi awayekî Zelalmendî rawestiya li ser hevpeymaniya di navbera ENKSê û Opozisyonê de, ji bo avakirina komîtên hevbeş ta hemû nişteciyên resen yên hatibûn koçberkirin ji herêmên Kurdistana Sûriye ji ber êrîşkirina Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve”.

Her wiha endamê ofîsa cîbicîkar axaftina xwe berdewam kir û got:

“civat baş rawestiya di derbarê guhertina dîmixrafî ya li herêmên Kurdî de tê bi kar anîn wek li Efrîn,Serê kaniyê û Girê Spî piştî êrîşkirina Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve bi ser herêmên Kurdistana Sûriye de , Bi tundî ev kar hat şermezarkirin.
Her wiha hevrêziyê tekez kir ku divê penaber û koçber vegerin malên xwe li herêmên xwe yî resen yên ku dest danînin ser wan ji aliyê wan komên çekdar yên bi ser Tirkiya ve”.

Her wiha hevrêziya giştî tekez kir li ser yek helwesta Kurdî ya ku ENKSê di heman demê de, li xwe digirt û erênî dît ku PYDê keş û levan ji aliyê xwe de bike, ji bo diyalokê ta bighên yek helwestê ji bo têkeve xizmeta dosaya kurdî li Sûriye,li gorî piroja neteweyî ya ku civatê diyarkir li ser piştgirtiya vê pirojê ji aliyê serdariya herêma Kurdistana başûr”.

Ragihandina ENKSê

Raport : Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.