المجلس الوطني الكوردي في سوريا

GÊRGEHA ROJAVA YA ENCÛMENÊN XWECIHÎ CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LI QAMIŞLO LI DARXIST..

0 95

Îro roja Şemiyê di danê sibehê de 7.3.2020an de, Gêrgeha encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya yasayî bi beşdarbûna serokê ofîsa karûbarê xwecehiyên bi ser ENKSê ve, mamoste Mihsin Tahir û hin ji endamên ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî û bi beşdarbûna serokê xwecihiyên  li Qamişlo lidarxistin.

Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan.

Di vê Civînê de ev mijar hatin giftûgokirin:
Rewşa rêxistinî : Raportên ku hatibûn ji aliyê Xwecihiyan hatin xwendin û persivdana wan hat dan û serokê xwecihiyan hatin agahdar kirin li ser biryarên ku ji Emîndariya giştî ya ENKSê re hatibûn derxistin.

Her wiha M.Mihsin Tahir li ser rola xwecihiyan tekez kir di nav cemawerê Kurd de, ji ber ku encûmenên xwecihî palpiştiya ENKSê ne.

Bi taybet di vê qonaxa hestiyar ya ku ev demek bûye li ser êrîşkirina Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve, bi ser bajarê Efrîn,Serê kaniyê,gundewarê Til Temir,Zirgan û Girê Spî.

Rewşa Siyasî : Rewşa Sûriye bi giştî,û rewşa Kurdî bi taybet hat şirovekirin.

Her wiha mamoste Mihsin Tahir hemû bûyerên herî dawî yên sereke anî ziman û bi taybet li ser van xalan baş rawestiya.

-Hemû kar û xebata desteya serokatiya ENKSê û komîta wê yî peywendiyên ji derve û endamên komîta destûrî ya ENKSê

-Hevdîtinên ENKSÊ yên ji derve û li hindir bi Emrîkan,Rûsan û Ewropiyan re.

-Berdewamiya binpêkirinan ji aliyê komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve,di derheqên gelê Kurd yên resen li Efrîn,Serê kaniyê,gundewarê Til Temir,Zirgan û Girê Spî li Kurdistana Sûriye wek kuştin ,wêrankirin, revandin ,dîzîkirin, koçberî û guhertina dîmixrafî.

Her wiha mamoste Mihsin Tahir tekez kir li ser xemsariya aliyên berpirsiyr di aliyê opozisyonê ji bo vegerandina penaberan û koçberan li herêmên Kurdistana Sûriye yê metersînek mezin be di derheqê gelê kurd de.
-Ji aliyê Kurdî Kurdî jî ,mamoste Mihsin Tahir Tekez kir li ser yek helwesta Kurdî ya ku gelê kurd pêwîste di vê qonaxa hestiyar de.

Her wiha M. Tahir diyarkir ku divê TEV-DM hemû pêşxirî û bangên ji bo yek helwesta Kurdî bi cih bike bi awayekî berpirsyareke dîrokî,ta em bi hev re  bighên hevpariyek rast di aliyê Lêşgerî,rêveberî û siyasî.

Her wiha civat tekez kir, li ser rola serok Masûd Barzanî û serokên Herêma Kurdistanê li ser piştgirtiya wan ji bo dosaya gelê kurd li Sûriye di hemû civatên û hevdîtinên navdewletî de,ji bo parastina mafê gelê kurd li Sûriye.

Herwiha civatê di dawî de, tekez kir li ser kar û pêkanîna hemû çalakiyên di heyva avdarê de.

Ragihandina ENKSê 
Raport : Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.