المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Hevpeymaniya navnetewî: 2 leşkerên me hatin kuştin, û 5 ji birîndar bûn…

0 71

Hevpeymaniya navnetewî ya li dijî DAIŞê ragehand ku, 2 leşker wan li Minbicê hatin kuştin û 5 leşkerên din jî birîndarbûn.

Peyvedarê hevpeymaniya navnetewî Ryan Dillon li ser rûpela xwe di “Twitter“ belav kir,  ku şeva derbasbûyî li Sûriyê û di encama teqîna bombeyeke vedayî 2 leşkerên Hevpeymaniya Navdewletî hatin kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar bûn.

Ryan diyar kir, ku her 5 leşkerên birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin û tên dermankirin.

Ryan tekez kir ku, lêkolîn derbarê wê bûyerê de berdewam in û dê navên her du leşkeran ji aliyê desthilatên niştimanî yên pêwendîdar ve bêne ragihandin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.