المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HESEKÊ : ENCÛMENA XWECIHÎ YA ROJHILATÎ HESEKÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LIDARXIST..

0 64

di roja pêncşema bûrî de 1.10.2020an ,encûmena xwecihî ya rojhilatî Hesekê li ofîsa partiya Yekîtî dîmiqratî Kurdistanî civîna xwe ya asayî li darxist.

Di destpêkê de, xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê namir rawestiyan.

Herwiha civatê lîsta kar gengeşekirin,di derbarê wê de,civat rawestiya li ser bûyerên herî dawî  û rewşa siyasî û danûsitendinên Kurdî -kurdî û Eniya Aştî û Azadî.

Di derbarê naveroka civatê de,endamê xwecihiya rojhilat û endamê ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, mamoste Ferhad Se’îd ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Civat ya asayî bû,gelek mijar me gengeşekirin,Wek rewşa rêxistinî bû demek civat rawestiyabûn ji bo kirîza nexweşiya veyrûsa Korona,di derbarê wê de Tekez bû li ser Pabendbûna hemû endaman li ser beşdarbûna civatên xwecihiyê.
Herwih li ser rewşa xwecihiyê baş hat şirovekirin , Û hin pêşînyar jî hatin sitendin  , di der barê pêşketina xwecihiyê de”.

Herwiha mamoste Ferhad got”

: Bûyerên nû yên siyasî bi taybet danûsitendinên Kurdî – Kurdî di derbarê wê jî de endamên xwecihiyê tekezkirin li ser giringiya danûsitendinan ji bo bighên rêkeftinek siyasî,leşkerî û rêveberî ,

Di derbarê vê yekê de jî civatê bi awayekî erênî li van danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de nerîn”.

Herwiha Ferhad Se’îd got:

“Xwecihî li ser serdana şanda Eniya Aştî û Azadiyê  li Mosko ya ku hatibû vexwendin ji aliyê wezareta derve ya Rûsiya bi awayekî fermî û hevdîtina wan bi wezîrê derve yê Rûsiya birêz Sîrgî Lavrof re rawestiya”.

Herwiha mamoste Ferhad , di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku Civatê hemû mijarên hatin şirovekirin,baş li ser hat gengeşekirin bi awayekî pirs û bersiv.

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.