المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Hemza Ismaîl berpirsê Tevgera Ciwanan : bavê Mizgîn bi kar û xebata xwe de her berdewam dikir bi qehremanî ji bo doz û mafê gelê kurd ..

0 68

Diho roja pêncşemê “1”, ê cotmeha “2020” an ,Tevgera Ciwanên Demoqiratî, beşdarî di şîna” Bavê Mizgîn” endamê komîta navendî ya PDK-Sê kirin li gundê Qastepanê yê bi ser navçeya ÇilAxa ve.

Û herwiha ev şand bi amadebûna hevrêzê tevgerê ( Hemza Ismaîl)pêk hat û herwiha Serkirdayet û endamên wê. .

Û herwiha di vê derbarê de M, “Hemza Ismaîl” berpirsê Hevrêza Tevgerê ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman :

” Di destpêkê de em wekî tevgera ciwanên Demoqiratî sersaxiyê ji serkirdayet û kes û kar û tevahiya malbata wî re dixwazin, bi rastî ev nûçeya koçbarkirina vî xebatkarî cihê xemgîniyê bû ,

kesayetekî welatparêz û bi niştîmanperwer xwe di hat naskirin”.

Û ji rexekî dî” Ismaîl”, berdewam kir di gotina xwe de :

“Mihemed Emîn Ebas ( Bavê Mizgîn), di tevgera siyasî ya kurdî de xwedî rol bû di kar û xebata xwe de her berdewam dikir bi qehremanî ji doz û mafê gelê kurd , û herwiha em hêvîdarin ji xwedayî mezin wî bi buhişta xwe ya rengîn şad bike”.

Û tê zanîn ku Bavê Mizgîn ji dayîkbûna sala “1964” li gundê Qastepanê yê bi ser navçeya ÇilAxa ve, yê Kurdistana sûriyê.

Û di “25”, êlûnê de, rastî nexweşiyê hat û ji bo nexweşxaneyê hate veguhastin ji bo çereseriyeke bijîşkî wergire, lê ji ber giranbûna nexweşiya wî di roja” 28″ êlûnê de çû ber dilovaniya xwedê, û bi merasîmeke geş ji aliyê milet û partiyên siyasî li gundê wî bi xakê hat spartin.

 


Ragihandina ENKS ê
Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.