Hemwelatiyên Kurdistana Sûrî ji kesên “nexweş û rewşên awarte û bûkan” derbasî Herêma Kurdistanê bûn
Îro roja duşemê “28”ê pûşberê bi dihan welatiyên Kurdistana Sûriyê ji kesên nexweş û rewşên awarte û bûkan berê xwe dana deriyê sînorî yê Sêmalka ji bo derbasî Herêma Kurdistanê bibin..
Li gorî hatiye destnîşankirin di rojên ” Duşem, Çarşem, û pêncşem de kesên navê wan hatiye qebûl kirin dikarin derbasî Herêma Kurdistanê bibin.
Ev yek hat piştî ku nêzîkî heftiyekê deriyê sînorî yê Sêmalka hatibû girtin ji aliyê rêveberiya PYD’ê ve, ku rêveberiya Deriyê Sînorî yê Sêmalka ya bi ser PYD’ê ve di 21ê vê mehê daxuyaniyek derbarê çûn û hatina xelkê belav kir ku “deriyê Sêmalka li pêşiya çûn û hatina hemû xelkê û karmendên rêxistinên mirovî û rojnamevanan tê girtin.”
Ku ev biryar rê neda welatiyan ji Herêma Kurdistanê derbasî Kurdistana Sûriyê bibin.
Tenê di rojên hatibû destnîşankirin ji kesên niştecihên welatên ewropî ne û bi serdanî li Kurdistana Sûriyê dimînin deriyê Sêmalka vekirîbû ji bo derbasî Herêma Kurdistanê bibin…
Û tê zanîn ku deriyê Sêmalka yê pêşabûrê, di navbera Herêma Kurdistanê û Kurdistana Sûriyê de riyeke herî sereke ye ji hatûçûnên xelkê bi serdanên yasayî û nexweşan re ji bo dermankirinên bijîşkî û tevgera bazirganiyan di veguhestina pêwistiyên mirov ji kelûpelan…
Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî