المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Amarên dawî ji nexweşiya Covîd 19 li Kurdistana Sûrî..

0 64

Li navçeyên herêmên kurdî li Kurdistana Sûriyê gorî hatî ragihandin di “24”demjimêrên derbasbûyî de hejmara tûşîbûyan bi Veyrûsa koronayê gihiştiya”14″ kesî, ji wan 6 kes li Hesekê ne û 4 li Qamişlo û herwiha 2 li Dêrikê û 1 li kampa Holê.

 

Û bi vî awayî amarên dawî yên pêketiyên hatine tomarkirin ” 18490″ ji wan” 763″ kesî jiyana xwe ji dest dana û herwiha” 1865″ kes ji vê nexweşiyê başbûna.

 

Û ji rexekî dî ve ta niha li cîhanê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dana derbarî vê nexweşiyê li gorî hatîye destnîşankirin “4 “meylon derbas kiriye û “181” melyon tûşî veyrûsê *Covid – 19* hatine..

 

Û her li ser vê babetê tê zanîn ku di sala 2019an veyrûsa koronayê li bajarê Wuhan yê çînê derket û metirsiyeke mezin û bandor li welatên cîhanê kir ….

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.