المجلس الوطني الكوردي في سوريا

13Ê GULANÊ ROJA DAYIKA SÛRIYÊ YE NE DI 21 ADARÊ DE YE ..

0 80

Li gorî zaniyariyan 13ê gulanê roja dayika Sûriye ye,ango cejna wê ye.Û bi taybet li gorî polê namegêrî di sala 1955an de,ya ku hilgirtiye bi nivîsandin roja dayika Sûriye ye.

Lê rêjîma Sûriye ya faşist di dema serokatiya Haviz Esed de,di sala 1988an de,cejna netewî ya Kurdî cejna Newrozê ya her sal dikeve 21ê avdarê qedexekir.Lê gelê Kurd li paytexta Sûriye li Şamê bi xwepêşandanek mezin rabû li hember desthilatdariya Sûriya, ji bo cejna xwe yî netewî ya Newrozê di encama wê xwepêşandanê de, rêjîma Sûriye,fîşek bi dilekî sar avêtin xwepêşandana û ciwanekî kurd bi navê Silêman Adê pakrewan ket.û ji wê rojê de Silêman Adê bûye pakrewanê Newrozê.

Ji ber vê yekê rêjîma Sûriye bi lez biryarek fermandarî derxist li gorî hejmara 104,an her sal 21ê avdarê bibe cejna dayikê li Sûriye û ew roj jî betlane be.

Lê gelê kurd li Kurdistana Sûriye 21ê avdarê bi rengê cejna dayikê nepejirand rêzdarî ji hemû dayikan re, ji ber ku 21ê avdarê cejna wê yî netewî ye,cejna Newrozê ye.

Rêjîma Sûriye dixwest cejna netewî ya gelê Kurd cejna Newrozê û xwîna pakrewanê Newrozê Silêman Adê,di bin siya dayikên Sûriye winda bike.Û xwe jê bişo.

Lê wek tê xuykirin bandora rêjîma Sûriye,li hin xelkên kurdên Kurdistana Sûriye kiriye.
Û wek rêjîma qirêj roja Cejna Newrozê dibêjin cejna dayikê ye,û xwîna pakrewanê Newrozê Silêman Adê jibîrdikin.

Di derbarê vê yekê de,em bi hêvî ne ku gelê kurd li Kurdistana Sûriye her malbatek cejna dayikê û cejna Newrozê ji hev cûda bike,û zarokên xwe baş fêr bikin li ser çîrokbûna pakrewanê Newrozê Silêman Adê,dema çîroka pakrewanê Newrozê nasbikin wê ji xweber cûdabûna cejna Newrozê û cejna dayikê ji hev derxin.

Di dawi de,em vê rojê li hemû dayikên Sûriye û bi taybet li dayikên Kurdistana Sûriye pîroz dikin.

Nivîskar:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.