المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HELBESTA : BARZANIYÊ NEMIR

0 92

BARZANIYÊ NEMIR

Helbesta: Imranê Menteş

Ceger pola li qewxana
Lehengê merd li meydana
Nemir Barzaniyê pêşrew
Bilind -bazê li ezmana
Tu hêjayî ku ez bêjim
Ji helbest û silogana
Te hozên Kurd didan ser hev
Ji bo dozê, melê zana

Civandin perwer û dilsoj
Xwedanê soz û peymana
Celeng şêr bû ji bo dozê
Ji bo cotkar, perîşana
Te arê şoreşê vêxist
Li gund û şar, li zozana

Serê dijmin te bin pê kir
Tevî top û firokxana
Li çiyayê Pêris û Şêrîn
Binêrin hûn li dastana
Li mil Berno çiqas lê tê!
Xwedanê tac û nîşana

Bi wî since xweyî ronak
Rehabûn Kurd ji wan jana
Ji cîhanê bipirsin xweş
ji Ewropa, Emêrkana

Çi aştîxwaz dilovan bû!
Neyar hov bû bi fermana
Neyar dexsok û xwînmij bû
Neyar pir kuşt bi talana
***
Mihabadê serî hilda
Li gel Qazî û şervana
Bi pêşmergan tu pişgir bû
Te can û dil dida wana
Li nav berfê û bangêran
Li nav bahoz û barana

Çemê Aras te derbas kir
Te dengê Kurd gihand bana
Tu serdarê gelê Kurd bû
Milet hatin bi karwana
Li qewxanan tu mêrxas bû
Di kiftûgo de pir zana

Te got: Kerkûk dilê Kurda
Birîn kûr ma ji kovana
Divê tola te bê standin
Ji zordaran û hovana

Ji Ayatan dixwînim xweş
Dilovanî hemî dana
Li wî canê teyî pîroz
Benefşên wan gulistana
Li ser şopa te em hatin
Keçên zîrek kurên zana
***
Kurê şêra dimînin şêr
Hemî wext û hemî dana
Kurê Barzan serok Mesûd
Delalê ber dil û cana
Bihara Kurd çi geş şîn bû!
Bi xwîna merd û xurt zana.

28. 2. 2020 Imranê Menteş

Leave A Reply

Your email address will not be published.