المجلس الوطني الكوردي في سوريا

FESLA YÛSIF, ZANIYARIYÊN HERÎ DAWÎ LI SER DANÛSITENDINÊN KURDÎ DIYAR DIKE

0 87

Endama destaya serokatiya ENKSê û endamê şanda danûsitendinê,

M.Fesla Yûsif, di derbarê zaniyariyên herî dawîn li ser danûstandinên Kurdî yên ku hatine sekinandin Ji çend heyvan de di navbera ENKSê û PYNKê de ji malpera me ya ENKSê re ragihand û wiha anî ziman:

 

“Em tevde dizanin ku miletê me, vê mijara danûstandinên kurdî kurdî bi awayekî berpirsiyarî dişopînin.
Em jî wek ENKSê helwesta me diyar kiriye  ji destpêka van danûstandinan, û anha jî mekirina xwe kiriye , ku ev danûstandin dîsa dest pê bike bi dabîn kirina Emrîkan û fermandarê HSDê, ji ber ku ew aliyên çavdêr in ji van danûstandinan.
Ji ber ku ji dema ku balyozê Emrîkî ne beşdar bû li herêmê û danûstandin sekinîbûn gelek binpêkirin di derheqê ENKSê û alîgirên wê de hatin kirin ji aliyê PYDê ve wek (Binçavkirin, lŞewitandina Ofîsa û lêpirsîn bi endamên wê re……hwd

 

Herwiha Yûsif got jî:

“ENKSê ji aliyê xwe ve, kar dike ku ev danûstandinan bi serkeve û naxwaze ku ev diyalog bin keve , ji ber ku serkeftina van danûsitendinan giringe ji bo berjewendiyên gelê kurd li Kurdistana Sûrî û hemû pêkhatiyên di herêmên Kurdî de”.

 

Herwiha M.Fesla Yûsif, di dawiya axaftina xwe de, anî ziman û got:

“Lê em dikarin bêjin piştî ku şanderê Emrîkî vegeriya herêmê û li ser daxwaza wî em bi hev re civiyan bi awayekî erênî.
Ji ber ku rewş erêniye mimkin e(gengaz) ku di demek nêzîk de, her du alî (ENKSê û PYNKê) bi hev re bicivin, û aliyê çavdêr dikarin li hember aliyê ku astengiyan li hember aktîv kirina danûsitendinan re derdixin sînorekî ji wan re dînin”.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.