المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Encûmena xwecîhî ya rojhilatê Qamişlo civîna xwe ya asayî li dar xist

0 68

Encûmena xwecîhî ya rojhilatê Qamişlo ya bi ser ENKS ê ve, îro roj înê 27ê Tebaxa 2021 an, civîna xwe ya asayî li dar xist û ev yek bi amadebûna serokê Xwecîhiyê û herwiha bi hazirbûna piraniya endaman..

 

Û di destpêkê de xuleke bê dengî rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

 

Û piştre civat ser rewşa siyasî û rêxistinî rawestiya ..

 

Û derbarî naveroka vê civatê de serokê xwecîhiyê M,”Mihemed Sedîq” anî ziman ku civat li ser rewşa siyasî û rêxistinî rawestiya û herwiha bi giştî bûyer û pêşveçûnên herî dawî ser qada Sûriyê û bi taybetî rewşa kurdan li Kurdistana Sûriyê gengeşkirin..

 

Û herwiha di civatê de ser rewşa rêxistinî jî baş rawestiyan derbarî firehkirina şaxên bi ser xwecîhiyê ve û aktiv û çalak kirina xwecîhiyê…..

 

Û di dawiyê de spasiya hemû endaman hate kirin ser kar û xebata wan di encûmenê de…

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.