المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Ezmûnên zanîngehan dest pê kir…

0 109

Duh roja yekşemê” 9″ê ,Tebaxa” 2020″, ezmûnên zanîngehan û peymangehan yên werzê Du ya li seranserî Sûriyê destpêkirin..

 

Û herwiha di derbarî rewşa ezmûnan de ,” Narîn Murad ” xwendekareke sala duyem e di zanîngeha Be’s de dixwîna , li ser vê mijarê ji malpera ENKS ê re bi zelalî anî ziman : Ku îro roja yekem bû ji destpêkirina ezmûnan û bi awayekî aramî xwendekar ezmûnên xwe pêşkêşkirin, û her wiha bi pabendbûna hemû rênimayên xweparastinê hatin kirin berî ku derbasî navendan bibin ji bo rêgirtinê ji belavbûna nexwaşiya koronayê.

Û ji rexekî dî ve “Murad ” amaja pê kir ku xwendina îsal û pêşkêşkirina ezmûnan û çavdêriya mamosteyan wekî salên bûrî bû, lê ji ber ev rewşa awarte ku em tê de derbas dibin derbarî nexwaşiya koronayê û girtina zankoyan ji bo demekê, asankariyeke baş ji aliyê Dektoran ve di piraniya madeyan de hate kirin, û her wiha Murad gotina xwe berdewam kir ku ezmûn ta “9/9/2020 “wê berdewam bê.

 

Û di dawiyê de “Murad ” anî ziman ku hêviya serkeftinê ji hemû xwendekaran re dixwazin..

 

 

 

Û herwiha tê zanîn û li gorî zankoya Be’s, ragihandiya ku nêzîkî” 80″ hezar xwendakarinan li “21 “kolîjeyê û “4” peymangehên ew ê ezmûnên xwe yên werzê Duyem ya ji xwendina sala 2019- 2020an ,pêşkêş bikin li zankoya Be’s li parêzgeha Homs ê .

 

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.