المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DESTEYA SERKIRDE YA PARTIYA YEKÎTÎ DÎMIQRATÎ KURDISTANÎ CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LI DAR XIST

0 90

Di roja înê 7.8.2020an de, Desteya serkirde ya PYDK civîna xwe ya yasayî li bajarê Qamişlo li dar xisti.

 

Di derbarê naveroka civatê de, endamê desteya serkirdaya PYDK mamoste Şukrî Elî ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman û wiha got :”Civat ya desteya serkirdaya PYDK civîna yasayî bû, di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê rawestiyan û piştre mijarên li ser lîsta kar hatin gengeşekirin”.

 

 

Her wiha Mamoste Şukrî Elî anî ziman û got:”Civat li ser qada Sûriye bi giştî bi awayekî berfire hemû pêşketin û bûyerên herî dawî yên siyasî gengeşekirin, di derbarê wê de civatê dît çareseriya siyasî bê livîn e bi sedema tevlihebûna rewşan û berjewendiyên welatên xwedî bandor li ser xaka erdingariya Sûriye mîna (Îranê , Turkiya, Isra’îl, Rûsiya û Emerîka), Ji bilî ku bazdana rêjîmê û hevalbendên wê ji nerîna aştiyiyê  û girtina wan bi nerîna lêşgerî ya ku bêtir rewşa xelkên Sûriye ber bi zahmetiyê de dere bi taybet di vê qonaxa ku veyrûsa korona li piraniya herêmên Sûriye belavbûye û bi cîbicîkirina zagona Qeyser ya ku encamên wê yî bêtir li ser rêjîmê û hevalbendên wê û li ser gelê Sûriya bi giştî.

Her wiha civat rawestiya li ser hilbijartinên Sûriye yên dawî yê ku partiya behs bêtir kursiyan bi destxist ya ku dibê navê wê encûmena gel be, ev jî hawildanek binkeftî ye ji bo rêjîm tiştê jê maye ji zagona Qeyser xelas bike.

 

Her wiha Elî anî ziman û got:”Civat tekez kir ku rewşa aborî zirgar bibe û dîtina çareseriya giştî ji xerabiya Sûriya derçûna yekem destxistina çareseriya siyasî di derbarê aktîvkirina hemû biryarên civaka navdewletî û bi taybet biryara 2254 di pêvajoya siyasî de li Cinêv”.

 

Her wiha mamoste Şukrî Elî anî ziman û got:”Civat xêr hatina Eniya Aştî û Azadiyê kir li ser damezirandina wê li bajarê Qamişlo û beşdaran rawestiyan li ser belega wê di derbarê nerîna wê yî siyasî de, û civatê dît ku ev laşê siyasî ber bi aliyê gavek rast e , diçe ji bo nêzîk kirinê di navbera hemû pêkhatiyên herêmê de bike.

Û ji aliyekî din jî civatê êrîşkirina Turkiya li ser herêmên cûda ji Kurdistana başûr şermezar kirin ku Turkiya xerabiyê bi welatên derdora xwe re dike.

Her wiha civat rawestiya li ser karên xerab yên ku Turkiya û komên Çekdar bi ser wê ve bi serê gelê Kurd yên sivîl, dike li Efrîn, Girê Sipî û Serê kaniyê, û destwerdanê di Lîbiya de dike, û di derbarê wê de civat metmayî dimîne ji bêdengiya civaka navdewletî”.

 

Her wiha Elî got:”Civatê danûsitendinên di navbera ENKSê û PYNKê yên tên kirin bi çavdêriya Emrîkan erênî dibînin ya ku mala Kurdî rêzkirin dike.

Her wiha civatê tekez kir ku rêzkirina mala Kurdî beşeke ji rêzkirina mala Sûrîyeyê û ji berjewendiyên hemû pêkhatiyên Sûriya ye, û dengên xerab û rolên dijminatî wê nikaribin bandorê bike li ser danûsitendinên her du aliyên Kurdî ji bo avakirina lêvegerek kurdî ji ku gefan li siberoja gelê me û hebûna wî dike”.

 

 

Her wiha mamoste Şukrî Elî anî ziman û got:”Civat li ser rewşa rêxistinî baş rawestiya û gengeşekirin û hin biryarinan jî hatin sitendin ji bo pêxistin û pêşketina rol partiyê.”

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.