المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ÇILAXA-ALIYA : ENCÛMENA XWECIHÎ YA PAKREWAN NESREDÎN BIRHIK CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DARXIST.

0 63

di roja duşemê 1.2.2021ê de,encûmena xwecihî ya Çilaxa ya pakrewan Nesredîn Birhik ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî li ofîsa xwecihiyê li bajarokê Çilaxa li darxist.

Di destpêkê de, xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan.

Piştre li ser lîsta kar gengeşe kirin.
Her wiha rewşa rêxistinî hat gengeşe kirin,

di derbarê rewşa rêxistinî,rapora hatî ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin .

û hemû endam hatin agahdar bi biryarên nû yên hatibûn derandin ji aliyê Emîndariya giştî ya ENKSê.

Û civat bi awayekî berfire li ser rewşa rêxistinî gengeşekir,di derbarê pêşketina xwecihiyê de û bicihênana wê di nava cemaweran de.

di derbarê rewşa rêxistinî,raporên şaxan hatin xwendin û li gorî raporê wan hat vegerandin û tekez bû li ser rola encûmenên gundan û bi çi awayî karê wê pêş bikev û Pabendbûna civatên mehan e.

Her wiha civatê rewşa siyasî gengeşe kirin bi taybet li ser encamên têgihiştinên danûsitendinên di navbera ENKSê û PYNKê de,yên tên kirin û tekez kirin li ser pêwîstiya zûbûna serkeftina van danûsitendinan.

Herwiha civat rawestiya li ser karê civata komîta destûrî gera 5emîn,û di derbarê wê de,gotina nûnerê Kurdan yê di komîta destûrî de, ya mamoste Kamîran Haco, hat nirxandin.

 

Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.