المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA XWECIHÎ YA EBÛ RASÊN YA BI SER ENKSÊ VE CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LI DARXISTIN.

0 82

Di roja înê 28.6.2019an de, encûmena xwecihî ya Ebû Rasên ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya yasayî li darxistin, Bi beşdarbûna endamên xwecihiyê, û li ser lîsta kar sekinîn bi rêkûpêk.

Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Şoreşa rûmet û azadiyê û bi taybet li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê rawestiyan.

 

Piştre rewşa rêxistinî vegêrana ango

bersiva rapora wan ya meha derbas bûyî, hat xwendin, ji aliyê serokê xwecihiyê. Herwih li ser rewşa xwecihiyê baş hat şirovekirin, û hin pêşînyar jî hatin sitendin, di der barê pêşketina xwecihiyê.

 

Herwiha civat li ser rewşa siyasî jî baş hat sekinandin, bi taybet li ser bûyerên herî dawî yên nû rawestiyan.

 

Di derbarê vê yekê de, serokê xwecihiyê birêz Mihemed Şêx Beşîr, ji peyamnêrê me re ragihand der barê naveroka civatê de û wisa anî ziman : “Xwecihî bi awayekî yasayî civata xwe li darxist, û hin biryar û pêşinyar jî hatin sitendin ji bo pêşketina karê xwecihiyê di gundewarê wê de, ta bêtir dostên xwe bi baweriya xwe girêdin .

 

Herwiha Şêx Beşîr bêtir rawestiya li ser rewşa Efrînê û karên xerab yê rojane, di derheqê gelê wê yî resen dibe ji aliyê komên çekdar yên bi piştgirtiya Turkiya,

Mîna, wêranbûn, talanbûn, revandin, girtin û kuştin………Herwiha Beşîr bi tundî şermezar kir.

Herwiha Beşîr axaftina xwe berdewam kir ku civat li ser destpêşxeriya Ferensa ya ku armanc jê nêzîkbûna (ENKSê û PYDê)jî rawestiyan û Hêviya me bi yek helwesta Kurdî heye ji bo parastina mafê gelê kurd yê netewî di Sûriya nû de.

 

Herwiha Beşîr axaftina xwe berdewam kir li ser şewata zeviyên cotkarên herêma Kurdistana Sûriye, civatê tekez kir ku divê çareseriyek ji ziyanên cotkaran re bê dîtin, Divê rêxistinên xêrxwaziy bi karê xwe yî mirovahî rabin û bi lez alîkariya cotkaran bikin.

 

Û di dawî de serokê xwecihiyê got : ku civatê bi giştî berdewamiya xwe da xuyakirin li ser kar û xebata ENKSê. di der barê armanca wê diyarkirî, ji bo piroja wê ye netewî.

Rapor: ELÎ Fetah.

Ragihandina ENKS ê

Leave A Reply

Your email address will not be published.