المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA NIŞTÎMANÎ YA KURDÎ LI SÛRIYE (ENKSÊ) CIVÎNA XWE YASAYÎ LI BAJARÊ QAMIŞLO LI DARXISTIN..

0 75

Di roja înê 28.6.2019an de, ENKSê civîna xwe yasayî li bajarê Qamişlo li darxistin، bi beşdarbûna serokê ENKSê û hemû endamên ENKSê.

 

Herwiha civatê hemû bûyerên siyasî û niştîmanî yên nû û bi taybet doza kurdî li Kurdistana Sûriye gengeşe kirin.

 

Di der barê vê mijarê de, mamoste Fêsel Yûsif, hevrêzê giştî yê Tevgera Çaksaziya Kurdî-Sûriye û endamê destaya serokatiya ENKSê jî, ji nûçegihanê me re ragihand û anî ziman di der barê naveroka civata ENKSê de û wiha got :”Civata ENKSê civatek yasayî bû, di dema xwe de hat li darxistin.

Civat li ser xalên siyasî yên giring li seranserî Sûriye hat giftûgokirin Ta ku ev kirîza Sûriye bi çi awayî çareser bibe”.

 

Herwiha Yûsif anî ziman,Civat sekinî li ser kar û xebata nûnerê civaka navdewletî Bîdirson li ser dawîkirina karê komîteya Destûrê ya ku ta niha aliyê rêjîma Sûriye wê napejirînin e û protesto dikin û nayê bi karanîn, û ji aliyekî din jî civat li ser ew girupên 5+2 yên Emerîkî ,Ferensî, Engilîzî û hin welatên Erebî jî di nav de ne ,yan Esîtana li ser hevkirinekê kar dikin ta karibin çareseriyekê ji vê kirîza Sûriye bibîn, tevî vî awayî jî tiştek li ser rûyê erdê tuneye.

 

Herwiha Yûsif axaftina xwe berdewam kir ku civat sekinî li ser danûstandin û gengeşeyên di navbera Emerîka û Turkiya di der barê avakirina herêma ewle de di herêma Kurdistana Sûriye de, ya ta niha naveroka wê herêmê ne diyar e.

Herwiha endamê serokatiya ENKSê diyarkir di heman demê de nerîna me wek ENKSê diyar kiriye , bi sazkirina rêveberiyek ku hemû pêkhatiyên herêmê hev karbin û parastina wê di bin çavdêriya navdewletî de be.

 

Herwiha M.Fêsel Yûsif, berdewam kir di axaftina xwe de û anî ziman ku em karibin di demeke nêzîk de, kongirê netewî (ENKSê) yê çara li dar xînin .

 

Ji aliyekî din jî M.Fêsel Yûsif, diyarkir di der barê civatê de, ku hin biryar jî hatin sitendin pêtir li ser kar anîn û çalakbûna hemû ofîsên ENKSê û ta ofîsên xwecihiyan jî yên bi ser ENKSê ve, û civat di demên xwe de bên li darxistin.

 

Di dawiya gotina xwe de, Yûsif nîşan kir di der barê nakokiyên hin partiyên ku dûrî ENKSê ketine ji bo nakokiyên di navbera wan de, wê destaya serokatiya ENKSê rewşa wan bişopîne û wê nêzîk civatekê ji bo rewşa wan bi taybet wê bê li darxistin.

Raport: Elî Fetah

Ragihandina ENKS ê

Leave A Reply

Your email address will not be published.