المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Encûmena xwecihî ya Dirbêsiyê aheng bi boneya cejna Newrozê li gundê Sêbîrka li darxist..

0 71

Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê îro Pêncşemê 21ê avdarê 2019an ahengek li Gundê Sêbîrka bi boneya cejna Newrozê li darxist bi amedebûna tevegra Kurdî û hejmarek mezin ji cemaweran ji xelkên Dirbêsiyê û gundewarê wê .

Di destpêkê de kêlîkek bê deng li ser geyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê hat rawestandin, û piştre peyama ENKS ê  ji bo boneya cejna Newrozê hat xwendin, û aheng bi “sitranên netewî û helbestan, şano  û dîlanê folklorî” berdewam kir.

Herwiha bi kêf û xweşî cejna Newrozê li Sêbîrka hat pîrozkirin .

Di derbarê vê roja pîroz de peyamnêrê me bi hin welatiyên yên ku li ahengê amedebûn axivî û ya di dilê xwe de anîn ziman bi awayekî azad.

Tirkiya Yûnis Dawid jinek ji bajarê Dirbêsiyê wisa ji peyamnêrê me re anî ziman û got :”Ez vê roja pîroz li hemû gelê Kurd pîroz dikim û silavnî germ ji dayikên pakrewanan re dişînim û yek rêziya gelê Kurd dixwazim”

Herwiha D.Ristim Hisên jî ji peyamnêrê me re got : “Em bi navê kurdiyetê vê roja pîroz derketine cejna Newrozê,û em vê roja pîroz li her çar perçê Kurdistanê pîroz dikin û em bejna xwe li himber Pakrewanên Kurdistanê ditewînin” .

Û Mûsa Sadûn Sîno wiha got : “Ez cejna  Newrozê li miletê xwe pîroz dikim bi kêf û şahî,ez bi hêvî me ku ev sala nû salek serkeftin û pêşketin be,ez bi hêvî me ku partiyên me Kurdî helwest xwe  ya siyasî bikin yek û nêzîkî hev bibin, ta ku nikarin bibin yek wê dijmin ji me xurtir be.

Sîno herwiha anî ziman “ez cejna herêma Kurdistanê pîroz dikim û bi taybet cejna Newrozê li malbata Barzanî pîroz dikim” .

Hûnermend Remedan Necîm Omerî wisa got : “Ez bi hêvî me ku miletê me di vê roja pîroz de demek bi kêf û xweşî derbas bikin, û daxwaza min ji miletê Kurd re ewe ku bibin yek hêz û destek bi awayekî azad ta ku dijminê Kurdan nikaribe çavên xwe li ber wan veke” .

Jinek din bi navê Sû’ad Osê kêfxweşiya xwe ji peyamnêrê me re da xuya kirin û got : “Ez vê roja 21ê avdarê li hemû gelê Kurd û Kurdistan pîroz dikim û li serokê Kurdan Mesûd Barzanî pîroz dikim,û ez bi hêvî me ku di demeke nêzîk Kurdistanek azad û serbixwe bê ragihandin” .

Rapor: Elî Fetah

Ragihandina ENKS ê – Dirbêsiyê

Leave A Reply

Your email address will not be published.