المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Encûmena Niştimanî ahenga cejna Newrozê li Dirêcîk li darxist..

0 75

Encûmena Niştîmanî ya kurdî li sûriya, aheng û şahiyak bi coş û pir fireh li devera Dirêcîk ya girêdayî bajarê Tirbaspiyê bi boneya cejna Newrozê li darxist ,bi amedabûna hejmarek pir mezin ji miletê kurd, û herwiha bi hazir bûna endamên encûmenê û nûnerê partiyên siyasî û rêxistinên sivîlan.

Di destpêkê de xulek bê deng li ser giyanê pakrewanên  kurd û Kurdistanê rawestiyan li gel sirûda netewî (Ey ReqÎb).

Piştre di aheng bi stranên neteweyî, helbest û dîlanên folklorî geş bû ji aliyê koma (Orkêş _ _Narîn _Xelat) .

ji ber vê yakê di vê roja pîroz de endamê nivîsgeha siyasî ya PDK-S (Mihemed Ismaîl) ji peyamnêrê me re axifî derbarî hatina cejna newrozê û got :Em cejna newrozê li miletê kurd pîroz dikin, Newroz roja aştî û azadiya rûmeta gelê kurda li dijî stemkar û zordariyê, li belê bi dadane agirê newrozê bi destê kawayê hesinkar, Newroz bo nîşaneke serkeftin û serfiraziyê”.

Di vê şahiya roja pîroz de endama koma xelat Hêvî hemo ji peyamnêrê me re got: ”  Em cejna Newrozê li gelê kurd bi tevahî pîroz dikin ew gelê dilsoz li ser riya kawa ê hesinkar û hêviya me ewe ku rojên me tev newroz û şahî bin “.
Herwiha keçek ji amedebûnan ji peyamnêrê me re got : “Îro roja şahiya me kurdan e ku ji destpêka şoreşa Sûrî ta niha gel wekî îro li hev ne civîyane ku festîvala Newroza îsal ku bi alayên Kurdistanê û cil û bergên kurdî hatiye xemilandin”.

Û herwiha di vê derbarê de endamê komîta navendî ya PDK-S (Hesen Remzî),ji me re axifî û got :Newroz sembola azadiyê ye , û em cejna Newrozê li kurdan pîroz dikin bi taybetî miletê Kurdistana Sûriyê û herwiha got li ser me erka em Kar û xebate xwe berdwam bikin û newroza xwe bi rengekî azadî bi vejînin.

Hemwelatiyan kêfxweşiya xwe dane xuyakirin bi hatina cejna newrozê, û bi vî awaî şahiya newrozê bi aramî hate vejandin bi xemilandina kec û xortan bi cil û bergên kurdî û bilindkirina ala Kurdî.

Ragihandina ENKS… Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.