المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJARÊ TIL TEMIR CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LIDARXIST..

0 69

Duho di roja sêşemê 26.5.2020,an de,encûmena xwecihî ya bajarê Til Temir ya bi ser ENKSê ve,civîna xwe ya yasayî li darxistin,û li ser lîsta kar sekinîn bi rêkûpêk.

Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan ,  û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê namir rawestiyan ,

Piştre li ser rewşa rêxistinî baş hat gengeşekirin ,
Û hin pêşînyar jî hatin sitendin  , di derbarê pêşketina xwecihiyê de.

Û tekez bû li ser Pabendbûna hemû endaman ji bo beşdarbûna civatên xwecehiyê yên yasayî û awerte.

Herwiha Xwecihî li ser rewşa siyasî jî baş hat sekinandin ,

Bûyerên herî dawî yên nû li ser rawestiyan , Bi taybet xwecehî rawestiya li ser hevdîtinên ENKSê û PYDê ji bo yekrêziya mala kurd û helwesta Kurdî.

Herwiha xwecehî tekez kir li ser çareseriya siyasî li Sûriye li gorî biryara civaka navdewletî.

Herwiha xwecehî rawestiya li ser rewşa aborî piştî rûdabûna Nexweşiya korona

Herwiha Civat rawestiya li ser rewşa herêmên Kurdistana Sûriye û karên xerab yên ku rojane, di derheqê gelê wê yî resen dibe ji aliyê komên çekdar yên bi piştgirtiya Tirkiya , Mîna wêranbûn,talanbûn,revandin,girtin,şewitandina zeviyan û kuştin.. htd

Herwiha civatê bi tundî ev karên xirab  şermezar kir.

Herwiha xwecehî di dawiya civatê de,spasiya serokatiya herêma Kurdistana başûr kir li ser kar û xebata wî jî bo yek helwesta Kurdî li Kurdistan Sûriye.

Ragihandina ENKS

Raport : Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.