المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Çima Roja Zimanê Kurdî ..Xeleke-1

0 83

Kêmasîne giran û berfereh, di warê ziman de, di nav me de cihê xwe girtine, û  mixabin, deme ku em armanca şahiya xwe; bi roja zimanê Kurdî girêdidin wek

hêviyekê ku pirsgrêkê me serast bike, em jibîrdikin ku çalakiyê têne kirin di vê roje de pir bicûk û kêmin hemberî estengê ku li pêşiye zimanê me hene, problem ne dûrpêckirine bi gelekbûn yan kêmbûna kesê bi Kurdî dinivîsênin û dixwênin, bi vê şêweyê em problêmê zimanê xweyî sereke ên ku bandora li ser pirsgirêka pêşeroja milet derdikevin jibîr kirin.
Pir kêmin likolinerê zimanê Kurdî ên ku nivîsandine yan dinivîsênin, yan jî sazî bi kar anine ji bo damezrandina pêşxistina ziman di warê kultûrî de,

yan ji kî ji van likolînera an saziyan; karekî berdewamî dikin; ji bonî nizîkbûnekê di navbere diylokê me de avabikin, de bibê destpêka derketinke zimanekî sereke li ser cuxrafiya Kurdistanê bi tevahî .
Gelo çi çalekî têne kirin di vê rojê de, da ku zimanekî kultûrî berfereh li ser hemû çarçoveya Kurdistanê bê xwendin û têgihiştin, û ew ziman di dibistanê de bibê zimanê perwerdekirinê ji zarokê her çar parçê Kurdistanê re.
Mêtudê ku cejna roja zimanê Kurdî bê tê pêşkêş kirin, di dê xuyakirin ku çavnehêriya kar hatiye dûrpêçkirin  bes li ser civaka kocbera, de zimanê dayîkê jibîr nekin, û heyij xwe û nivşê pişt xwera habin, çi di warê nivîsandinê de, yan ji axivtinê de.

Raste ev yek ji pirsgrêkê meyî giring in, lê gereke nekevê wê wetayê ku bibê pirsgirêka sereke li pêşiye likolîneran û kesên ku xabatê dikin li ser pêşketina ziman.
Giring e em bizanbin ku zimanê Kurdî ji zûda derbasbûye ji çarçove hebûn û nebûnê, û wek milet gereke em nema bitirsihin ji wendebûna zimanê xwe, zimanê Kurdî ji demeke dûrve derbas bûye ji werê ku heye bê jibîrkirin yan wê winda bibê wek zimanê miletê ku windabûn di nav zimanê Islamê- Arebî de.

Lê ji ber ku hê zimanê me di astengîna de di likumê, giringe ne bes di rojkê de em zimanê xwe bi bîr bênin, û hin ji va estengiye evin:
1-      kî ji zimanvanê ku lêkolîn belav kirine, yan civakê rewşenbîrî bi dar xistine, sekinî; yan ji rexnekir;  yan şrovekir, karê ku Rêveberiye Navxweyê bi darxist ji beriya 9 sala ve di Roj Ava ê Kurdistanê de, di warê zimanê Kurdî de. Kê lêkolîn belav kirin, yan ji rexen kirin,  wek pirs bê çima zimanê Kurdî kirine zimanê yekemîn di hermê de?

gelo kêmasiyê wê hatine şirovekirin, yan jî qencê wê hatine beyanî kirin?
2-      Çiqas kar tê kirin li Başûrî Kurdistanê, de herdû diyalok nêzikî hev bibin di were xwendin û nivîsandinê de, yan li ser derxistina zimankî kultûrî.

Di vî warî de medya Kurdi li seranserî Kurdistanê ya yekemîne ku karîekî bi pîrozahî pêşkêş dikê, û ew cihê rêzgirtinê  ye.
3-      Di roja zimanê Kurdî de, çend lêkolîn hatine pêşkêş kirin ji bo tîpê Kurdî bibin yek?
4-      Çi çalakî ji saziyê zimanê Kurdî derketine di warê avakirine zimanekî geştî, ku bê têgihiştin li seranserê Kurdistanê, û di nav miletê Kurd de bê xwendin wek zimanê kultûrî ê resen.
5-      Kîja dezgehê kar kiriye de ferhengek derkevê; axivtinê wê ji hemû diyalok û zaravê  Kurdî bin, û tê de bêne civandin.
6-      Çend civat hatine danin di roja zimanê Kurdi de, di navbera rewşenbîrên her çar diyaloke de?
Di dema ku miletekî wek yê Ereb zimanê xwe pîroz dike, di 18 heyiva diwazdehe de ji sala 1973 ê ve, li ser ve pirs girêke nema disekinin,

ji ber ku zimanê wa bûye yek ji zimanê cihanî sereke, di Dezgiha Welatên yekbûyê de U.N.. yan jî ku em girantir herin, û em himberî zimanê Englîzî deynin ê ku di 23 ê Nisanê de, roja hebûna Nivîskarê bi nav û deng Şikspîr pîroz dikin, û li ser ku zimanê wa bûye zimanê herî li pêş di U.N. hêjî di roja zimanê xwede; civatê berfereh derdixin, û li ser rewşenbîriya xwe disekinin.

Û wek nimûne ku em ji wan bigrin, yan jî ji çarçoveye ku zimanê me têdeye, di vê roja pîrozkirinê de, gereke em bêhtir li  ser astengê ku zimanê me perçekirine bixebitin.
Raste pir sedem û cidebûn di navbere pêşketina Kurdî û Erabî û her weha Englîzî de heye, çi ji aliyê dîrokîve û çi jî ji alyê piştgirtiya siyasî ve, emê li vir naskinin, ji ber ku mijareke cudaye û ber ferehe, lê pir pêwîste em li ser sedemê paşketina zimanê xwe bisekinin; ji deme hervandina Imbratoriya/padîşahiya  Sasanî ve heye nihe, yan jî li ser pêşketnea zimanê Erebî û Englîzî yen zimanên miltê din û sedmê ferhebûna wa, ji ber ku çi qiznceyê em ji dîroka wan bigrin wê bibê ronahiyek  ji rewşenbîr û lêkolînrên me re ên li ser problêmên ziman dixebitin.
Mijarke ferehe, û bi dil êş e, lê ku em li ser nexebitin wê dilêşî zêdetir bibê.

Û mixabin bi riyê ku em zimanê xwe pîroz dikin tê wê wetayê, ku em bi kêmasiyêke rewşenbîrî dihisin, û bi teybet di werê ziman de, lê ev derd wê neyê ser rastkirin dema bi gurbûn pîrozbahiyê bi vê roje dikin, û pêre em jibîr dikin, yan jî dixwazin jibîrkin; ku ji me tê xwestin em girêdanekê bixne navbere têkoşîna tevgera siyasî û pêşketina ziman de, de pîrozbahiya me ji zimanê me re bibe karê rojan e , û yek ji pirsgirêkên herî pêşkêş.
Gelo çima ne hemû roj wê roja zimanê Kurdî be?
Çime em ê kar nekin de ku bikevê nav zimanê civaka U.N. wek ku em kardikin ji bo azadiya welat, de ku bibê zimanek ji zimanê navdewletî ê resen.

Dr. Mehmûd Ebas
U S A
mamokurda@gmail.com
15/5/2020

(Ev gotar Nerîna Nivîskarê wê ye ne pêwîste ku Nerîna malperê be )

Leave A Reply

Your email address will not be published.