Di roja Şemiyê 3.7.2021ê de, encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî lidarxist.
Di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan .
Herwiha serokê xwecihiyê M.Mihemed Umer Şêxmûs bi xêrhatina hemû endaman kir û li ser rewşa rêxistinî rawestiya .
di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora hatî ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û hemû endam hatin agahdarkirin bi biryarên nû .
Û civat bi awayekî berfire li ser rewşa rêxistinî rawestiya, di derbarê pêşketina xwecihiyê de û bi pêkanîna wê di nava cemawer de, û tekez kir li ser Pabendîbûn û beşdarbûna civatan, bi taybet beşdarbûna bûyeran.
Herwiha xwecihî rawestiya li ser hemû bûyerên herî dawî yên siyasî û bi taybet li ser rewşa kurdî -kurdî di derbarê têgihiştinên herî dawî ji danûstendinên Kurdî yên di navbera ENKSê û PYNKê de .
Herwiha hemû mijarên hatin şirovekirin, ji aliyê beşdarbûyan ve, hatin gengeşekirin bi awayekî zelalmendî, Û di dawiya civatê de,hemû endam hatin spaskirin ji aliyê destaya serokatiya xwecihiyê .
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah