المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Duh agir li gundewarê bajarê Dirbêsiyê rû da

0 64

Duh roja înê 14.6.2019an de, li gundewarê pajarokê Dirbêsiyê li gundê Şora Rojhilat yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve agir rû da, û nêzîkî 60 donimî ji zeviyên cotkarên belengaz hatin şewitandin.

Di der barê vê yekê,cotkarekî ji gundê Şora Rojhilat ji peyamnêrê me re anî ziman û axivî di der barê rûdana agir de: “Agir ji sînorê me û gundê Ferhiya Bahlo rû da, û li gorî agahiyan agir ji terektora çandiniyê pêket, û nêzîkî 60 donim ji zeviyan hat şewitandin. Û bi saya XWEDÊ û alîkariya xelkên herêmê agir hat vemirandin û ne hiştin zîyanên mezin çêbibin”.

 

LI gorî zaniyariyan û şopandina peyamnêrê me li gunde warê Dirbêsiyê îro li gelek devera agir rû daye wek gundê(Melek,Qeyrewan,Talik,Tel Xezal…….)

 

Rapor: M.ELÎ Fetah

Ragihandina ENKS ê – Dirbêsiyê

Leave A Reply

Your email address will not be published.