Piştî berdewam kirina perwerda giran ku mehekê dom kir, li ofîsa Domîz a Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriyê, asta yekem a zimanê kurdî ji bo komek xwendekaran bi dawî bû.
Herwiha di çalakiyê de, ji bilî xwendekar û endamên rêxistina Yekîtî, endamên komîteya herêmî û şaxê ya Partiya Yekîtî, mamoste Mihemed Salih ku serpereştiya perwerdê dikir, amade bûn.
Herwiha endamê Komîteya Herêmî Mihemed Lalo pesna şagirt û mamoste da û bal kişand ser girîngiya fêrbûna zimanê zikmakî ji ber ku nasnameya neteweyî ya gelê kurd li hemû cîhanê ye û pişt re bawername ji xwendekaran belavkirin.
Herwiha jî mamoste spasiya xwendekaran û partiya Yekîtî kir ku derfeta hînkirina girûpeke nû ya perwerdekaran dane û diyar kir ku piştî bidawîhatina asta yekem,asta duyemîn ya heman girûpê di zûtirîn dem de dest pê bike.
Herwiha Şagirtan jî spasiya rêxistina Yekîtî ya li Domîzê û mamoste kir ku ji bo hînkirina zimanê kurdî hewl dane.
Hêjayî gotinê ye, ku rêxistina Domîz di van demên dawî de kursên hemşîretî, çanda giştî û zimanê kurdî li dar xist di çarçoveya planên rêxistinê de ji bo nûvekirina nifşên ciwan di her warî de.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah