المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Dirbêsiyê : girtinên bêserûber ji aliyê Asayîşa bi ser PYD’ê ve rûda

0 60

Di sibeha roja Sêşemê 7.12.2021ê de, Asayîşa bi ser PYDê ve, li bajarê Dirbêsîyê bi dehan ciwan girtin bi hinceta leşkeriya neçar.

 

Herwih Di derbarê vê yekê de, Çavkaniyek xwecihi ji bajarê Dirbêsiyê navê xwe neda nasîn ji malpera me ya ENKSê re, ragihand û anî ziman:

 

“Asayîş bi ser PYDê ve, bi şêwayekî bêserûber ciwanên bajarê Dirbêsiyê li dergeh û hundirê bajêr digirtin, ji bo leşkeriya neçar, û tekez kir ku girtî xuyabûn, hemû di bin 18 salî de bûn.

 

 

 

 

Herwiha Çavkanî ameje bi wê yekê ku yên girtî hemû bi lez birin bajarê Hesekê, û malbatên wan neçar kirin biçin dû wan de bi belgeyên ku tekez dikin ku ew temen biçûk û xwendekar in.

 

 

 

 

Û çavkanî got jî, ku kampaniya girtinê ya dawî hat piştî rojekê ji belavokên gefxwarinê ku PYD’ê li nav kolanên Dirbêsiyê belavkiribûn, ku mebest jê malbatên pêşmergeyên Roj û endam û alîgirên ENKSê ne.

 

 

 

 

Hêjaye gotinê ku kiryarên PYD’ê berdewam e li navçeyên kurdî ji revandina zarokan û biçûkan û leşkerîya neçar û ferzkirina bacan…. .

 

Ragihandina ENKSê

 

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.