المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ :10EMÎN SALVEGERA KOÇKIRINA TÊKOŞER Û XEBATKER ISMA’ÎL OMER DERBAS DIBE..

0 67

Dî 17ê vê heyvê de  boneya 10emîn salvegera koçkirina têkoşer û xebatker Isma’îl Omer serokê partiya Yekîtî dîmiqratî Kurdî li Sûriye(Yekîtî) derbas dibe.

Ji ber vê yekê Di roja şemiyê 17.10.2020an de,Şandek ji partiya Yekîtî dîmiqratî Kurdistanî bi serokatiya mamosta Fesla Yûsif

û komek ji hevalên partiyê,serdana gora têkoşer Isma’îl Omer kirin li gundê Qereqoyê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve,li Kurdistana Sûriya.

Herwiha Gurzên gulan hatin danîn li ser gora têkoşer Isma’îl Omer û wênê Elfatîha hat xwendin.

Herwiha piştre mamosta Fesla Yûsif sekretêra partiyê bi vê boneya xemgîn
axaftinek kir li ser kar û xebata bavê Şiyar bi awayekî Zelalmendî nirxand.

Herwiha di axaftina xwe de,tekez kir ku koçkirina bavê Şiyar ji dest çûneke mezin bû ji bo tevgera kurdî û rewşa niştîmanî bi giştî li Sûriya.

Herwiha di dawiya axaftina xwe de,soz da ku wê bimînin û berdewam bin li ser rêbaza kar û xebata bavê Şiyar ya ku ji bo xizmeta dosaya gelê kurd li Sûriya û hemû civaka Sûriya.

Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.