المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BI BONEYA 10EMÎN SALVEGERA KOÇKIRINA TÊKOŞER Û XEBATKER ISMA’ÎL OMER PARTIYA YEKÎTÎ SERDANA GORA WÎ KIR ..

0 68

Bi boneya 10emîn salvegera koçkirina têkoşer û xebatker Isma’îl Omer serokê partiya Yekîtî dîmiqratî Kurdî li Sûriye(Yekîtî) derbas dibe.

Di roja şemiyê 17.10.2020an de,Şandek ji partiya Yekîtî dîmiqratî Kurdî li Sûriya(Yekîtî) bi serokatiya sekretêrê destaya rêveber mamoste Hejar Elî û komek ji hevalên partiyê,serdana gora têkoşer Isma’îl Omer kirin li gundê Qereqoyê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve,li Kurdistana Sûriya.

Herwiha Gurzên gulan hatin danîn li ser gora têkoşer Isma’îl Omer û wênê Elfatîha hat xwendin.

Herwiha piştre mamoste Hejar Elî sekretêrê destaya rêveber ya partiya Yekîtî dîmiqratî Kurdî li Sûriya(Yekîtî)
axaftinek kir li ser kar û xebata bavê Şiyar bi awayekî Zelalmendî nirxand.
Herwiha di axaftina xwe de hemû bûyerên siyasî yên nû û bi taybet li ser giringiya yekhelwest û yekrêziya Kurdî axivî di vê qonaxa hestiyar de.

Herwiha di dawiya axaftina xwe de,soz da ku wê bimînin li ser rêbaza kar û xebata bavê Şiyar ya ku li ser perwerde bûne,di derbarê kurdiyetê de.

Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.