المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Dezgera Barzanî Karwanê 6an Şiyande Rojavayê Kurdistanê ..

0 67

Îro Dezgeha xêrxwazî ya Berzanî  roja sêşemê 10/12/2019 an, karwaneke mezin ji alîkariyên mirovî di deriyê sînorî pêşabûr/Sêmalka ,  derbasî Rojavayê Kurdistanê kir .

Ev karwan yê 6emîne ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji Rojavayê Kurdistanê dişîne ,

Û li gorî berpirsên Dezgehê ku ji alavên Medyayî re Ragihandin  ku ev karwan ji 40 barhilgirên alîkariyê pêk tê,

9 hezar doşek, 3 hezar filterên avê, û 600 kartonên cilûbergên zarokan yên zivistanê li xwe digire .

û herwiha tê zanîn ku dezgeha xêrxwazî ya Berzanî ev necare yekema alîkariyên mirovî dişînin ji bo xelkên Kurdistana Sûriyê û bi taybetî piştî erîşkirina tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê ku bo sedema koçberkirin û derbiderbûna welatiyan û ji ber vê yekê dezgeha xêrxwazî ya Berzanî amaje bi wê yekê kirin ku xelkên Kurdistana Sûriyê pêdevî bi çi hebe ew amade ne alîkariyê pêşkêşî wan bikin.

Ragihandina ENKSê

Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.