المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Dezgeha Barzanî karwaneke alîkariyê ji bo Kurdistana Sûriya re şand ..

0 111

Îro Dezgeha xêrxwazî ya Barzanî roja Sêşemê “19/5/2020” an, karwanekî ji alîkariyên tendrustî di deriyê sînorî pêşabûr/ sêmalka derbasî Kurdistana Sûriyê kir.
Û ev karwanê 9″emîn ji alîkariyan gihiştiya Rojavayê Kurdistanê.

Û herwiha li gorî berpirsên Dezgehê ku ji dezgehên Medyayî re Ragihand ku ev karwan ji pêdiviyên tendirûstî pêk tê, weku derman û amûrên dî yên nûjdariyê bi taybetî alîkariyên pêwîst di çarçoveya rûbirûbûna nexweşiya Koronayê li xwe di gire.
Û herwiha tê zanîn ku beriya niha di “23” ê nîsanê de, bi biryarek ji serokê Herêma kurdistanê “Nêçîrvan Barzanî” çend amûrên taqîgeh yên taybet ji bo koronayê de û herwiha “3” ê tîmên pizîşkî ji bo Rojavayê Kurdistanê hatibûn şandin .

Ragihandina ENKS ê
Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.