المجلس الوطني الكوردي في سوريا

40 ROJYA BIRÊZ HESEN HIMÊDÎ ENDAMÊ PYK-S JI ALIYÊ RÊXISTINA AMÛDÊ HAT VEJANDIN..

0 66

Di roja Yekşemê 17.5. 2020an de, bi boneya çil rojya li ser koçkirina dawî ya endamê PYK-S Hesen Himêdî li Kurdistana Sûriye li bajarê Amûdê ji aliyê rêxistina Amûdê ya partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriye hat vejandin.

Her wiha bi beşdarbûna ENKSê û nûnerên partiyên siyasî yên bajarê Amûdê, herwiha bi beşdarbûna rewşenbîr,kesayetên serbixwe,rêxistinên civaka sivîl,kesayetên civaknas û olî rêxistinên jinan û ciwanan.

Herwiha bi beşdarbûna şanda partiya Yekîtî Kurdistanî-Sûriya bi serokatiya sekretêrê partiyê mamoste Silêman Oso, yê ku gotinek bi zelalî di derbarê kar û xebata rahmetî anî ziman û nirxand,bi taybet di dema ku rahmetiyê Hesen Himêdî hatibû binçavkirin ji aliyê rêjîma Sûriya.

Herwiha sekretêrê partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriye mamoste Silêman Oso axaftina xwe berdewam kir û anî ziman:

“Pêwistiya gelê Kurd bi yekrêzî û yekhelwesta tevgera kurdî ya siyasî heye , Û çi rêkeftinên bi PYDê re bên kirin yên ne dijî ti aliyên siyasî û welatê hawîrdor”:

Herwiha Oso di dawiya axaftina xwe de spasiya hemû mêvanên beşdar kir li ser beşdarbûna wan .

Herwiha Serokê xwecihiya Amûdê ya bi ser ENKSê ve, mamoste Elî Bekarî jî axivî li ser rol û çalakiya rahmetî di nava ENKSê.

Herwiha gotina malbatê jî hat axaftin ji aliyê mamoste Nimet Dawid ya di axaftina xwe de spasiya hemû mêvanên beşdar kir.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.