المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Dare Şikranê : semînerek siyasî ji aliyê Ebdulhekîm Beşar ve hat bi rê ve birin

0 90

Duh roja sêşemê 19ê Cotmeha 2021″an, rêxistina Dare Şikranê ya bi ser Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya ve, semînarek sîyasî li darxist…

 

Û herwiha ev yek bi amadebûna cemewar û endam û Alîgirên partî û herwiha encûmena niştîmanî û rêxistinên sivîl û kesayetên serbixwe…

 

Û di destpêkê de xuleke bê dengî rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir…

 

Û ev semînar ji aliyê M ,” Ebdulhekîm Beşar ” endamê polîtbîroya PDK-Sê û cîgirê serokê hevpeymaniya niştîmanî ya opozisona Sûriyê ve hate pêşkêşkirin û bi rê ve çû …

 

Û herwiha di derbarê vê semînarê de M, Beşar” pêşveçûnên herî dawî yên siyasî li deverê û bi taybatî rewşa Kurdan li kurdistana Sûriyê anî ziman..

Û li ser rewşa herêmên kurdî û berdewamiya binpêkirinên ku ji aliyên girûpên çekdar ve têne kirin dip derheqê miletên Efrîn û Girê Spî û Serê Kaniyê rawestiya , û her di semînarê de behsa nûnarên kurdan bo Emerîka û naveroka civînên ku li gel berpirsên dewletê ewropî û erebî kir ku karîbûn doza kurdî li Sûriyê bi wan re bidine naskirin…

herwisa ji rexekî dî ve ser danûstandianên kurdî kurdî di navbera her du aliyên kurdî de Encûmena niştîmanî ENKSê û Partiyên Yekîtiya niştîmanî kurdî anî ziman….

 

Û di dawiyê de hemû beşdaran pirsên xwe diyarkirin û ji aliyê birêz ” Beşar ” ve bi zelalî persiva wan hate kirin …

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.