المجلس الوطني الكوردي في سوريا

D.TARÎK KÛRDIN Û BIRÊZ ARIF BAWICANÎ SERDANA OFÎSA NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ KIRIN..

0 87

Di roja sêşemê 19.10.2021ê de, D.Tarîk Kûrdin, sekretêrê wezareta derve ya Kenedî di Rojhilata navîn de, Û birêz Arif Bawicanî, sekretêrê partiya Serbestî, serdana navenda nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê kirin..

 

Herwiha di vê serdanê de, girîngtirîn geşedan û bûyerên li ser qada Sûriyê bi giştî û qada Kurdî bi taybetî, sedema astengkirina danûstandinên Kurdî û senaryoyên çaverêkirî li Sûriyê hatin gotûbêj kirin.

 

Di derbarê wê de, tekez li ser pêwîstiya fişara navneteweyî ji bo destnîşankirina mafên gelê Kurd di destûra nû ya Sûriyê de hat kirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.