Piştî êrîşkirina Turkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve, bi ser herêmên Kurdistana Sûriya (Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê û gundewarê Til Temir û gundewarê bajarê Ebû Rasên) gelê Kurd ji xaniyên xwe derketin û koçber bûn ji ber êrîşên hovane , her malbatek Kurdî li herêmên cûda bûn penaber û bi cih bûn û her malbatek çîrokek wan cûda heye.
Li gorî şopandina, nûçegihanê me di serdana hin malbatên penaberan de, li gundewarê Dirbêsiyê, di derbarê vê yekê de, rastî dapîrek penaber bû.
Her wiha dapîra belengaz êş û derdên xwe yî giran da xuyakirin bêyî ku navê xwe û navê gundê xwe bide nasîn di destpêkê de, dapîra belengaz wiha got:”Ez nizanim Ez ê çi bêjim û çi nebêjim, lê ez dizanim em û gundiyên xwe û gundên derdora me tevde talan û wêran bûn, em bi tena cilên li xwe derketin me her tiştên xwe li şûna xwe hiştin”.
Her wiha dapîra belengaz anî ziman û got:”Bi rastî ez dikim nakim wêneyên xaniyê min ji ber çavên min nare,ji ber vê yekê, xew bi çavên min nabe, şev pêde ez dîroka li ser tiştê ku bi serê me de qewimiye dibêjim û neviyên min bi min dihisin û em bi hev re hêsiran dibarînin XWEDÊ nîne serê kesekî”.
Her wiha dapîra belengaz anî ziman û got: “Bi XWEDÊ rahmetiyê hevserê min tim ji me re digot bes tiştên zêdeyî xwe bikirin, ji ber ku wê rojek bê hûnê her tiştên xwe li şûna xwe bihêlin û hûn nikarin tiştekî bi xwe re bibin, hevserê min berî pênc salan çû ber dilovaniya XWEDÊ û ev gotina wî tim di guhê me de dire û tê, ji ber ku ev gotina wî ne valatî dihat gotin”.
Her wiha dapîra belengaz di dawiya axaftina xwe de, anî ziman û got”:Em hêvî dikin ji XWEDÊ ku Kurd bibin yek û her yekî ji koçber û penaber vegerin xaniyên xwe bi azadî û ez gelekî kêfxweş bûm bi vê serdana we gelekî bihna min firebû”.
Hêjaye gotinê ku di vê qonaxê de, tevgera Kurdî bi taybet ENKSê û PYNKê bi lez di danûsitendinên xwe de yên tên kirin bighên encaminan bingehîn ji bo Kurdên Kurdistana Sûriye bi serê xwe êş û derdên xwe derman bikin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah