المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ÇOTKAR DIBÊJIN DEM DEMA ÇANDINIYÊ YE Û HÎN ME TOV PEYDA NEKIRIYE.

0 62

Wek tê zanîn sala borî (sala çû) ji ber kêmbûna barandina baranan, li herêmên Kurdistana Sûrî bi taybet çandiniyên li ser baranan, ti berhem nehatin çinîn, ji ber vê yekê jî ku piraniya çotkaran zeviyên xwe firotibûn xwediyên ajalan.

 

Û ti alî alîkariya cotkarên belengaz nekirin û ti piştgirtî ji wan re nehat kirin, çi ji aliyê rêveberiya bi ser PYDê ve, û çi ji aliyê rêxistinên alîkariyê ve.

 

Di derbarê vê yekê de, çotkarek ji herêma bajarê Dirbêsiyê bi navê bavê Mihemed ji me re axivî û anî ziman:

 

“Bi rastî em nizanin em ê berê xwe bidin kê ji bo peydakirina tovê zeviyên xwe, ji ber ku dem dema çandiniyê ye û hîn me tov peyda nekiriye”.

Herwiha cotkar got jî: “Ev rewş em rêveberiya bi ser PYDê ve, dikin berpirsiyar, ji ber ku ew xwe tenê dibîne desthilat li herêmê, ji ber ku vê rêveberiyê tov bêtir dane cotkarên hal xweş yên ku çandiniyên wan li ser avdanê ne, ji dêvla ku tov bidana cotkarên xwediyên zeviyên ku çandiniyên wan li ser baranê ne yên ku ti berhem ji wan re nehat sala borî ji ber kêmbûna baranan, ji ber ku xwediyên çandiniyên avî bi giştî tovên xwe ji berhemên xwe hiştibûn ji bo îsal û dema ku rêveberî tov dide wan û ew wî tovî ji derve divroşin mîna cotkarên belengaz bi nirxekî pir bilind û ev tê wateya ku ev aliyê berpirsiyr bi awayekî binkeftî rewşa cotkaran dişopînin “.

 

Herwiha cotkar di dawiya gotina xwe de got:”Ev rewş bêtir berê xelkê dide ber bi koçberiyê ve, û divê bi lez rewşa cotkaran bê çareser kirin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.