المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Civîna yasayî ya Xewcihiya Rojhilata Qamişlo hate lidarxistin ..

0 68

Di roja înê (31) gulanê, 2019 an de, encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKS ê ve, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Ev yek bi beşdarbûna endamên xwecihiyê ,  ku  têde Rewşa Rêxistinî û Nûçeyên  herî dawî û Karê ENKSê hatin  axiftin û li ser rawestiyan ,

Piştî ku di destpêkê de xulekek bê dengî rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan  Barzaniyê nemir.

Piştre raportên meha Nîsanê hatin xwendin û şirovekirin ji aliyê serokê xwecihiyê ve birêz  “Şemdîn Nebî” , Û ji rexekî dî ve di civînê de, “Nebî”, bi ferehî li ser rewşa siyasî axivî bi taybetî li ser guhertinên siyasî li Kurdistana sûriyê rawestiya , û xalên herî giring têde hatine behis kirin, li ser rewşa sûriyê bi giştî û taybetî rewşa kurdan di Kurdistana sûriyê de, û herwiha berdewam kir li ser rewşa dawî ya Efrînê û êş û azarên miletê kurd û bûyerên xerab ku li derheqê wan de tê kirin ji aliyê mêlîşiyên çekdar yên bi  t

Tirkiya ve girêdayî ji Rikberiya Sûrî  .

Û herwiha li ser destpêşxeriya Feransî jî hat behis kirin ku navbera ( ENKS ê Û PYD Ê) de, û di dawiya civînê de, “Nebî,” da xuyakirin ku ji bilî hemû astengî û pirsgirêkên ji bo Kar û xebatên ENKS ê têne kirin, lê ta niha ENKS ê bi giştî li ser çalakî û Kar û xebata xwe di kurdayetiyê de berdewam e ..

Raport :Hêvî Delî
Ragihandina ENKS ê… Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.