المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Bazara Qamişlo geş bûye bi hatina Cejna Remezanê ..

0 64

Bi helkeftina nêzîkbûna cejna remezanê, welatiyên bajarê Qamişlo amedekariyên xwe dikin ta ku pêşwaziya cejnê bikin,

û di vê derbarê de li pêşiya her firoşgehekî bi pêdawîstiyên cejnê hatiye xemilandin û Şekir û fêkiyên  corecor  lê tên dîtin, û xelk demjimêrên dirêj di nava bazarê de digerin û fêkî û şêranî û cil û bergên cejnê dikirin.

Û herwiha derbarî şopandina nûçegihana me li ser mijara kirîn û firotinê taybetî di rojên cejnê de, bazirganek di nava bazarê de bi navê (Cûdî Elî ), ji me re axifî û got:” Îsal rêjeya kirin û firotina hemû coreyên alavan û pêdiviyên cejnê ji cil û şêrînahî li gorî salên borî bihtir e,  ew jî bi sedema arzanbûna nirxên hemû alavan, û ev yek êdî dibe cih û nîşana kêfxweşiya xelkê ku tevgera welatiyan di bazar û firoşgehên şêrînahiyê de pir çalak û zêde dibe”.

Lê ji rexekî dî ve, di derbarî hatine cejna remazanê hemwelatiyên bajarê Qamişlo hêvî û omîdên xwe diyar kirin ku îsal bi awayekî aramî û bi kêfxweşî ew pêşwaziya vê cejnê bikin..

Raport :Hêvî Delî
Ragihandina ENKS ê… Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.