المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Çilrojiya Birêz Idrîs Xelîl li Qamişlo hat vejandin ..

0 112

Îro roja duşemê” 5″ cotmeha, “2020 ” an, boneya çil rojiya koçkirina dawî ya Birêz “Îdrîs Xelîl ”

serokê encûmena xwecihiya Taxê Kornîş û endamê komîta Herêmî ya partiya Yekîtî, li bajarê Qamişlo hat vejandin .

Û herwiha ev yek bi amadebûna partiyên siyasî û kesayetên serbixwe û rêxistinên sivîl .

Û di vê derbarê de şandek ji xwecihiya Rojhilatî Qamişlo beşdarî çil rojiya” Îdrîs Xelîl” bûn.

Û Di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan barzaniyê nemir.

Û piştre gotina Partiya Yekîtiya Kurdistanî _ Sûriya, ji aliyê M, “Silêman Oso ” ve, Sekretêrê wê partiyê hate xwendin,

Di destpêkê de sersaxiyê ji malbat û kes û karê rehmetî re dixwazin.

û herwiha ji aliyekî dî ve M,”Oso”,bi zelalî di derbarî kar û xebata rehmetî” Idrîs Xelîl “, anî ziman, û herwiha M,”Oso” gotina xwe berdewam kir ku ev rêkeftinên têne kirin ji bo yêkrêzî û yekhelwesta kurdî ji bo gelê kurd bigihêja mafê xwe yê rewa di tevgera siyasî kurdî de li kurdistana Sûriyê.

Û herwiha gotina encûmena xwecihî ya Kornîş ji aliyê M, Ebdellah Elbarî Xelef ve hate xwendin, ku bi giştî li ser rol û çalakiyên rehmetî “Îdrîs Xelîl” axifî.

Û di dawiyê de gotina malbatê jî ji aliyê “Beşar Xelîl “,kurê rehmetî ve hate xwendin, û têde Spasiya hemû mêvanan kir.

Û herwiha tê zanîn ku “Îdrîs Xelîl ” di sala “1969 ” an, li bajarê Qamişlo ji daiykbûye, û di ciwaniya xwe de tevlî nava karê netewayî û partiya Yekîtî bû û her tim di xebata xwe de berdewam bû ta koça dawî kir.
Û di “26/8/2020 ” an de, ji sedema nexweşiyê çû ber dilovaniya xwedê.

Ragihandina ENKS ê
Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.