المجلس الوطني الكوردي في سوريا

GÊRGEHA ROJAVA YA ENCÛMENÊN XWECIHÎ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI QAMIŞLO LI DARXIST..

0 76

Di roja yekşemê danê sibeha 4.10.2020an

Gêrgeha encûmenên xwecihî ya bi ser ENKS ê ve,civîna xwe ya asayî li bajarê Qamişlo li darxist .

û ev yek bi amadebûna serokê karûbarê encûmenên xwecihî M,”Mihsên Tahir “, û herwiha hin endamên ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî yên bi ser ENKS ê ve, û serokên xwecihiyên gêrgeha rojava.

Û di destpêkê de xulekek bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan barzaniyê nemir.

Û piştre di civînê de raportên ku ji aliyê encûmenên xwecihiyan ve hatibûn, hatin xwendin û persivdan, û herwiha serokê xwecihiyan hatin agahdar kirin li ser biryarên ku ji emîndariya giştî ya ENKS ê re hatibûn darxistin.

Û herwiha di derbarî vê civînê de li ser rola xwecihiyan û çawaniya pêşketina wê di nava gelê kurd de gengeşekirin.

Û herwiha ji aliyekî dî ve di civînê de M,”Mihsin Tahir “li ser rewşa siyasî jî axifîn û bûyer û pêşveçûnên herî dawî yên siyasî li ser qada Navxweyî û Herêmî û navdewlatî.

Û herwiha di derbarî vê yekê de di civînê de bi firehî li ser encamên danûstandinên yên di navbera aliyên kurdî de encûmena niştîmanî ENKS ê û partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî de li ser yêkrêzî û yekhelwesta kurdî de.

Û herwiha M,”Mihsin Tahir “,anî ziman li ser doseyên giring ku di qonaxa sêyem de were gotûbêj kirin derbarî lihevkirinên di navbera encûmena niştîmanî ENKS ê û partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî.

 

 

Û ji rexekî dî ve di civatê de axifîn li ser berdewamiya binpêkirinên ku ji aliyê komên çekdar yên bi ser Tirkiyê ve têne kirin li derheqê miletên Efrînê û Serê Kaniyê û Girê Spî,.

Û ji civaka navdewlatî dixwazin ku ev karên xirab têne kirin li derheqê miletê kurd were bi dawîkirin.

Û herwiha di derbarî vê civînê de li ser Serdana şanda Eniya Aştî û Azadiyê ji bo Moskoyê gengeşekirin.

Û di dawiyê civatê de Spasiya serok Mesûd Barzanî û serokê herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kirin li ser piştevaniya wan di danûstandinên di navbera aliyên kurdî de encûmena niştîmanî ENKS ê û partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî de…

Di derbarê naveroka vê civatê de,serokê xwecihiya bajarokê Ebû Rasên birêz Mihemed Şêx Beşîr ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

” Di destpêkê de Civatê xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan.

Û piştre civat li ser rewşa rêxistinî sekinîn,di derbarê wê de, raportên hatî ji aliyê xwecihiyan hatin xwendin û bersivdan.

û serokê xwecihiyan hatin agahdar kirin li ser biryarên ku ji Emîdariya giştî ya ENKSê re hatibûn derxistin.
Herwiha hat gengeşekirin li ser rola xwecihiyan tekez kirin bi çi awayî pêşkeve û pêxistina wê di nav cemawerê Kurd de”.

Herwiha Şêx Beşîr got:

“Civatê rewşa Siyasî jî gengeşekirin,di derbarê wê de, pêşketinên herî dawî yên siyasî li ser qada Navxweyî ,herêmî û navdewletî anîn ziman û gengeşekirin,Civat rawestiya li ser pêşketinên herî dawî ji encamên danûsitendinên yên tên kirin û berdewam in di navbera ENKSê û PYNKê de,ya ku armanc dike ji bo yekrêzî û yekhelwesta Kurdî,û bêtir civat rawestiya li ser dosayên giring yên wê bên gengeşekirin di qonaxa sêyem de di navbera ENKSê û PYNKê”.

Herwiha civat rawestiya li ser berdewamiya binpêkirinan ji aliyê komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve,di derheqên gelê Kurd yên resen li Efrîn,Serê kaniyê, û Girê Spî li Kurdistana Sûriye nêzîkî salekê bûye wek kuştin,wêrankirin,revandin,dizîkirin,koçberî û guhertina dîmixrafî.

Û civatê daxwaz kir ji civaka navdewletî bi dawîkirina van karên xerab li ser serê gelê me bi hebûna wan komên Çekdar di herêmên Kurdî de”.

Herwiha Serokê xwecihiya bajarokê Ebû Rasên got:

“Civat rawestiya  li ser serdana şanda Eniya Aştî û Azadî li Mosko ya ku hatibû vexwendin ji aliyê wezareta derve ya Rûsiya bi awayekî fermî û hevdîtina wan bi wezîrê derve yê Rûsiya birêz Sîrgî Lavrof re”.

Herwiha Şêx got:

“Civatê di dawiya de,spasiya cenabê serok Masûd Barzanî û serokê herêma Kurdistana başûr Nîçirvan Barzanî kir,li ser kar û xebata wan ji bo piştevaniya mafê gelê Kurd li Sûriya û bi taybet ji bo danûsitendinên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de”.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

 

 

Ragihandina ENKS ê Qamişlo
Raport :Elî Fetah .. Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.