Di roja Duşemê 21ê avdarê sala 2022an de,cejna Newrozê ya netewî ya gelê Kurd, ji aliyê encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve,li gundê dugirê hat vejandin.
Herwiha bi beşdarbûna hejmarek pir ji cemawerê kurd ji hemû aliyên siyasî û civakî bi taybet yên herêma bajarê Amûdê û gundewarê wê.
Herwiha hemû beşdar hatin bixêrhatin û Piştre pirogiramê Cejna Newrozê di destpêkê de, kêlîkek bêdenge li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir bi sirûda Ey Reqîb rawestiyan.
Herwiha gotina emîndariya giştî ya ENKSê ji aliyê mamoste Mihemed Umer Şêxmûs ve, hat xwendin.
Herwiha Her du komên filiklor (Serxwebûn û Sîwan) jî komek tabloyên bedew ên filiklklora kurdî û komek helbestên ku behsa welat, cejna Newrozê û gelê kurd dikirin, ji bilî pêşkêşkirina gelek helbestên şanoyê yên xweş hatin pêşkêşkirin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah