المجلس الوطني الكوردي في سوريا

CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ HER DU XWECIHIYÊN HESEKÊ YA ROJAVA Û ROJHILAT VE HAT VEJANDIN.

0 84

Di roja Duşemê 21ê avdarê sala 2022an de,cejna Newrozê ya netewî ya gelê Kurd, ji aliyê her du xwecihiyên Hesekê yên bi ser ENKSê ve,li gundê Til Fendî hat vejandin.

Herwiha bi beşdarbûna hejmarek pir ji cemawerê kurd ji hemû aliyên siyasî û civakî bi taybet yên herêma bajarê Hesekê û gundewarê wê.

Herwiha hemû beşdar hatin bixêrhatin û Piştre pirogiramê Cejna Newrozê di destpêkê de, kêlîkek bêdenge li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir bi sirûda Ey Reqîb rawestiyan.

Herwiha gotina emîndariya giştî ya ENKSê ji aliyê serokê xwecihiya Rojava mamoste Xelef Emînakê ve, hat xwendin.

Paşê hunermend Masûm Şekakî hin ji stranan pêşkêş kir, beşên dîlan yên filklorî bi awazên wî hatin pêşkêşkirin.

Pîştre helbest û sitran hatin pêşkêş kirin.

Her wiha helbestvan Yûnis Hemî Bavî Serbst û Imran Muntiş çend helbest pêşkêş kirin.
Û ciwana Yara Ahmed jî bi dengê xwe yê ciwanî çend stranan pêşkêş kir.
Herwiha keça biçûk Hezda Şêxo,beşek ji stranbêjiyê pêşkêş kir.

Herwiha keça biçûk Hezda Şêxo,jî beşek stranbêjiyê pêşkêş kir.

Di dawiyê de, cemawerê beşdar cejn bi dîlana Kurmancî ya resen bi kêf û xweşî bidawîkirin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.